Rêveberên Yekîtiya Ewrûpayê dagirkeriya dewleta Tirk careke din şermezar kirin û ji Tirkiyeyê xwestin ku yekîneyên xwe yên leşkerî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişîne.
Di roja destpêkê ya civîna bilind a rêveberên Yekîtiya Ewropayê de deklarasyonek der barê dagirkeriya Tirk de hate weşandin.
Di deklarasyonê de hate gotin, “Konseya Ewrûpayê daxuyaniya DYE û Tirkiyeyê ya ji bo rawestandina operasyonên leşkerî not dike. Konseya Ewrûpa careke din bang li Tirkiyeyê dike ku hewldanên xwe yên leşkerî bi dawî bike û yekîneyên xwe vekişîne.”
Rêveberên Yekîtiya Ewrûpayê “Destwerdana leşkerî ya yekalî ya Tirkiyeyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, bû sedema êşên giran ên insanî, têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê lawaz kir û gefeke giran li ewlekariya Ewrûpayê dixwe” şermezar dike.
Rêveberên Ewrûpayê biryarên ji bo rawestandina lîsansên firotina çekan ji bo Tirkiyeyê bi bîr xistin.
Divê Tirkiye ji sûcê şer berpirs were dîtin
Parlamentera Ewropayê ya Hollandî a sosyalîst Katî Pîrî got divê dewleta Tirk ji sûcê şer ê li dijî Kurdan berpirs were dîtin.
Katî Pîrî li ser hesabê xwe yê Twîtterê got: ‘’Tirkiye ji sûcê şer ê li dijî Kurdan divê berpirs were dîtin. Avêtina fosfora spî ne tenê kambax e, her wiha li gorî hiqûqa navnetewî qedexe ye jî.’’
BRUKSEL