Ji destpêka Krîza Kirimê û vir de welatên YE’ê her roj bi pêkanînekê Rûsyayê tehdîd dikin. Komîserê ji enerjiyê yê ji Komîsyona YE’ê Gunther Oettînger diyar kir ku di rewşa ku gaza Rûsyayê bê birîn de rezervên wan yên ku bi hefteyan têra wan bike hene. Navenda Lêkolînê ya Aboriyê (DIW) ya Almanyayê diyar kiribû ku YE di rewşeke wisa de ne hewceye bikeve fikaran. Şîrketa Energycomment a Hamburgê jî got ger ku YE’ê blok an jî boykot bike xwedî rezervên gelek kêmin û kapasîteya depoyên xwe yên heyî dide  ber çavan û dibêje.
Li gorî raporê çavkaniyên alternatîfê YE’ê ya li dijî gaza Rûsyayê pir kêmin. Hewcedariya YE’ê salê bi 450 mîlyar metrekup gaza xwezayî heye.  Ev jî di sala 2013’an de ji sedî 34’ê wê yanî 167 mîlyar metrekup ji Rûsyayê tê îthal kirin. YE’ê beşa din ya gaza xwezayî ji Norweç,  endamên YE’ê Brîtanya Mezin û Hollanda û welatên Ereb, Cezayîr, Katar û Lîbyayê temîn dike. li gorî pisporan hewcedariya welatên Ewropa her diçe zêde dibe. Pisporê enerjiya Alman Commerzbang Eugen Weînberg jî diyar kir ku kapastîteya hilberîna sebixwe pir kême û got YE’ê bê gaza Rûsyayê demeke dirêj nekare berxwe bide.Weînberg got hilberîn ji îro heta sibê nayê zêde kirin û got ev xebateke dem dirêj digire.
Li gorî rapora Energycomment jî  LNG (Liquefîed Natural Gas)  ku wek gaza ku avî tê zanîn jî ji bo YE’ê li dijî gaza Rûsyayê alternatîfê teşkîl nake. Di vê pergalê de gaz di 164 dereceyê de tê cemidandin û pitş re beyî xetên boriyan bi tankêran birin Ewropayê. Di rewşa ku YE’ê vê pêkanînê li dijî Rûsyayê bikarbîne de  welatên Yekitiyê dê bi depoyên welatên xwe bimînin. Ji ber mehên zivisitanê depoyên YE’ê vala bûne û ji sedî niha ji sedî 46 depoyên wan tije ne..

BRUKSEL