Bodyguardên serokkomarê û dîktatorê Tirk Erdogan li paytexta DYE´yê Washingtonê teror anî serê xwepêşandêrên li ber sefareta Tirk.
Yekî ji mexdûran got, “Dema li Washingtonê êrişê me dikin, xeyal bikin ka li Kurdistanê çi bi serê Kurdan tînin”.
Êvara Sêşemê, dema ku Erdogan û Serokê DYA Donald Trûmp li hev rûdiniştin, li ber Qesra Spî komekê çalakiyeke protestoyî li dar xist.
Di çalakiyê de dirûşmên “Terorîst Erdogan”, “Kujerê zarokan; Erdogan” û “Erdogan û DAIŞ yek in” hatin gotin.
Li vê meydanê, komeke faşîst û bodyguardên erdogan jî hebûn.
Çeteyên Erdogan nijadperestî, xweranegirî û çavsoriya xwe, tevî çanda xwe ya lînça siyasî bi xwe re birin DYE´yê jî û êrîşî koma çalakger kir. Di êrişê de 9 kes birîndar bûn. Polîsan bi copan dest li çeteyên Erdogan ên êrişkar werda.
Kesekî ku di êrîşa koma faşîst a Tirk de birîndar bû, got, "Dema li Washingtonê êrişê me dikin, xeyal bikin ka li Kurdistanê çi bi serê Kurdan tînin!”