Raportora Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ya Tirkiyeyê Kati Piri got, “Yekîtiya Ewrûpayê hêzê dide otorîteriya Erdogan. YE çiqasî bêdeng bimîne wê Erdogan ew qasî tiştên di dilê xwe bike, ji ber vê jî divê li Parlamena Ewrûpayê (PE) em dengekî bilind derxînin.”
Ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Alî Guler bi parlementera Holandayê ya li PE´yê û raportora YE´yî ya Tirkiyeyê Kati Piri re peyivî. Piri got, AKP Tirkiyeyê ber bi krîzan ve dibe û wiha dewam kir: “Tirkiye tu carî di warê çapemeniyê de nebû welatekî azad. Bi sed hezaran kes hatine girtin.”
Kati Piri ji bo grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî got, “Li Tirkiyeyê tekane gava ji bo demokrasiyê, destpêkirina pêvajoya aştiyê ye. Li gorî min, peyama çalakgerên greva birçîbûnê ev e û ev peyam gelekî girîng e.” Piri ji dewleta Tirk xwest daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê qebûl bike.
Daxwazên çalakgeran qebûl bikin
Pîrî li ser berxwedana grevên birçîbûnê got, “Ez daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê fêhm dikim. Dixwazin, hikumeta Tirk hurmetê nîşanî destûra xwe ya bingehîn bide.
Li Tirkiyeyê yekane rêya ber bi demokrasiyê, jinûve destpêkirina pêvajoya aştiyê ye. Pêwîsteya her du aliyan bi pêvajoya aştiyê heye. Bi dîtina min, peyama çalakgerên greva birçîbûnê jî ev e û ev peyam bi rastî jî gelekî girîng e. Ev peyam di heman demê de daxwaza pirraniya endamên parlamenê ye.
Heger ez ji nû ve ji bo heman pozîsyonê werim hilbijartin, dixwazim pêşengiyê bikim ji destpêkirina pêvajoya polîtîk re, ev gelekî girîng e.”
Divê zext li Tirkiyeyê bê kirin
Piri li ser helwêsta PE´yê got, “Parlamena me pênc sal in van gotinan dike. Di warê budceyê de jî em dikarin biryarê bidin. Heke Tirkiye li gorî qanûnan tevnegere, em ê fonan bidin sekinandin. Em dixwazin Tirkiye di qanûna antîterorê de hin reforman bike. Di meha Hezîranê de Serokên YE wê bicivin. Di vê civînê de banga sekinandina muzakereyan a PE´yê jî tê nîqaşkirin. Lê divê li Konseya YE’yê jî serokên welatan deng bidin.”
Piri li ser rewşa Tirkiyeyê jî got, “Tirkiye di warê çapemeniyê de ti carî ne azad bû. Li giorî beriya bi 10 deh salan, li niha rewş xerabtir bûye. Bi sed hezaran kes hatine girtin. Me dît ku gelek parlementerên HDP’ê hatine girtin. Navê vî tiştî ti carî ne demokrasî ye. Di hilbijartinên dawî yên herêmî de me dît ku civak êdî piştgiriyê nade AKP’ê. Ji bo ku Tirkiye bibe welatekî demokratîk, pêdivî bi guherînekê heye. Gelek serokên welatên Ewrûpayê diyar dikin ku ew naxwazin zextan li Tirkiyeyê bikin, lê ez li dijî vê polîtîkayê me. Bêdengiya YE´yê hêzê dide otorîteriya Erdogan. YE çiqasî bêdeng bimîne, Erdogan wê ew qasî tiştên bi dilê xwe bike, ji ber vê jî divê li PE´yê em dengekî bilind derxînin. Xetên jêneger ên bingehîn ê YE jî hene û me di sala 2017’an de diyar kir. Ji ber ku parlementer, rojnameger û kesên wekî Osman Kavala hatin girtin. Me diyar kir ku divê muzakere werin sekinandin. Cotmeha bihurî ez çûm Amedê û sedema çûna min jî ev bû ku li ser navê PE´yê em piştgiriyê bidin Selahattîn Demîrtaş û endamên HDP’ê yên ku hatine girtin.”
ANF / STRASBOURG