Di rewşa neasayî ya vê krîza ji ber şewba koronayê de NCDK a Toulousê bi karekî mînak radibe: Ew yeko yeko li halê malbatan, kal û pîran, û nexasim jî kesên hewce dipirse, û alîkariyê organîze dike. LUQMAN GULDIVÊ Li bajarê başûrê Fransayê Toulousê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ji bo ku Kurdistaniyên derfetên wan nînin, alîkariyê organîze dike. Li Fransayê ji ber şewba koronayê derketina derve qedexeye; rojê tenê saetekê û bi destûra nivîskî ji bo dabînkirina pêdiviyên malê destûra derketinê heye. Ji ber wê jî kal û pîr, xasma yên ku xizmên wan nebin, kesên erebeyên wan nebin da ku xwe bigihînin sûkê û kesên bêkaxez (ên mana wan a li Fransa qanûnînebûyî) di vê rewşê de mexdûr dibin. NCDK’ya Toulousê ji bo van kesên hewce tenê nehêle, alîkariyê organîze dike. Ew bi awayekî bi rêkûpêk telefonî endamên xwe û Kurdistaniyên li herêmê dikin, li halê wan dipirsin û dipirsin ka ew dikarin suxreyên wan bikin. Bi vî awayî ew alîkariyê digihînin van kesên hewce. Li ser mijarê em bi hevserokê NCDK a Toulousê Akin Çakar re peyivîn. Li ser pirsa me ka ew çawa vê alîkariyê organîze dikin, Akin Çakar got, "Li vir em weke meclîs civiyan, me di nava xwe de kar dabeş kir; me got em telefonî her kesî bikin; nexasim jî kal û pîr, nexweş. Em bipirsin ka halê wan çi ye, pêdiviyên wan hene, hewceyî çi ne. Wekî din li cihekî ku gelek Kurd lê dimînin li vir, li wir gelek bêkaxez (kesên îqameta wan qanûnînebûyî) jî hene. Ji wir re dibêjin Mirail; taxeke mezin e. Li wir biyanî gelek in û gelek Kurd jî li vê taxê dimînin. Hevalên me tesbît kiribûn ku li wir qederê 15 kesên bêkaxez ên Kurd jî hene. Di vê pêvajoyê de hem nikarin kar bikin, rewşa wan di warê aborî de ne baş e, wekî din ji bo derketinê nikarin destûrê wergirin û pirsgirêka wan erebeyan filan jî heye. Me ji bo wan çend sefer kirin, ji bo ku pêdiviyên wan ên piçûk dabîn bikin, me alîkariya wan kir. Wekî din kal û pîrên ku derfetên wan nînin, em bi rêkûpêk alîkariya wan dikin." Em hazir in suxreyên xelkê xwe bikin Ew dibêje, pirraniya kal û pîran razîne ji telefonên wan, lê dibêjin, zarokên wan alîkariya wan dikin, lê çendek hene ku kes û nasên wan nînin, û ew alîkariya wan a kiriyariyê, yanî çûna marketan bi rêkûpêk dikin. Li ser pirsa, gelo, êdî ew tenê li halê van çend kesan dipirsin, Hevserokê NCDK a Toulousê Akin Çakar dibêje, nexêr, ew dîsa li hemû kal û pîran dipirsin, ji ber ku dibe ku rewşa wan biguhere. Li ser pirsa ka têkiliya wan bi navendên din re jî heye da ku ew jî vê xebatê bikin, Akin Çakar got, "Erê em nikarin derkevin derve, weke berê bicivin. Wekî din mesafeyên li başûrê Fransayê dûrî hev in. Lê di ser koordînasyona federasyonê, CDK-F`yê em timî bi hev re di têkiliyê de ne û haya wan ji vê înîsiyatîfa me heye. Me ji CDK-F’yê re got, vê agahiyê belav bikin, belkî kesên pêdiviya wan hebe, bi xwe karibin xwe bigihînin me." Akin Çakar wekî din bi me dazanîn ku du malbatên endamên wan ji ber şewbê mexdûr bûne, lê rewşa wan xirab nebûye û li malê ji heqî nexweşiyê derketine. Akin Çakar, ev du dewr e hevserokatiya NCDK a Toulousê ye, ji ber krîza şewba koronayê, kongreya îsal hat bi paşvexistin û Akin hîna hevserokê NCDK’ya Toulousê ye.