Ev jina ciwan bi serê xwe razek e. Em nizanin ka ew bi tenê peykerek e yan amûrek yan jî parçeyek ji amûrekî bû. Wekî din em bi serdema wê jî tam nizanin. Ji xanedaniya 18´an (sedsala 16´an beriya mîladê) heta bi xanedaniya 22´yan (sedsala 11´an beriya mîladê) ji demekê ye. Ango em behsa 500 salekî dikin. Dîsa jî herî kêm bêhtirî 3 hezar salan kevin e. Û li gorî qenaeta belav ber bi dawiya xanedaniya 18´an û destpêka xanedaniya 19´an ango di sedsala 13´an beriya mîladê de hatiye çêkirin. Du tiştên iseh hene, yek jê, ew ji diranê fîlan hatiye çêkirin, ya din jî ew ji bedewtirîn tiştên Misrê çêkirî ye.

 

PARÎS