Saziya ATHENA40 du salan carekê li qada navneteweyî 40 jinên nûkar û bi bandor hildibijêre. Yek ji 40 namzetên vê carê Sûsan Mohammed Aref a ji Başûrê Kurdistanê ye.
ATHENA40 li nava civaka xwe rê li ber guhertinên erênî vedike û di heman demê de piştgiriyê dide pêşketina jin û keçan. ATHENA40 wê 40 jinên serketî yên vê carê di meha Nîsanê de eşkere bike.
Ji çar aliyên cîhanê namzet hatin nîşandan. Yek ji wan jî Dîrektora Rêxistina Xurtkirina Jinan (WEO) û damezrînera wê Sûsan Mohammed Aref a ji Başûrê Kurdistanê ye.
ATHENA40 ku fikir û projeyên ji bo jinan xurt dike, pisporiya xwe çi dibe bila bibe jinên ku nêrîna peyaner hembêz dikin, ji xwe re dike esas.
ATHENA40 bang li her kesî dike yên ku qîmetê nêrîna peyaneriyê dizanin û piştgiriya pêşketina jinan dike ku tevlî vê projeyê bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN