Yekane alternatîf HDP ye
Li paytexta Fransayê Parîsê, bi hezaran kes li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê li meydana Bastilleyê civiyan. ACTÎT, ADHK, ATÎK, CDK-F, DÎDF, FEDA, SYKP, HDK-F, Odak, TJK-F, SKB, PPEKE û Komeleya Sînemîlliyan bi hev re ji bo hilbijartinan mîtîng li dar xist.
Berdevkên Koordînasyona Hilbijartinê ya Fransayê Zeynep Bîrsel Ocak û Vedat Bîngol di destpêka mîtîngê de axivîn û gotin, “Ji bo gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê di nava şert û mercên wekhev û demokratîk de karibin bijîn, yekane alternatnîf HDP ye. Ji bo HDP ji bendê derbas bibe, weke hemû gelên bindest û yên tine hatine hesibandin, em ê li Fransayê tevlî karê hilbijartinê bibin û roja 24’ê Hezîranê bi hev re dîktatoriya faşîst hilweşînin.”
Ji 7 ta 19´ê Hezîranê
Herdu berdevkan got, gelên Kurdistan û Tirkiyeyê yên li Fransayê wê di navbera 7-19’ê Hezîranê de bersiva pêwîst bidin faşîzma AKP-MHP’ê.
Parlamenterê Mûşê yê HDP’yî Ahmet Yildirim jî li mîtîngê axivî. Yildirim got, “Ji bo hesabê polîtîkayên qirêj ên sê salên dawî bê pirsîn, ku li ser xwîna ciwanên me hatin meşandin, 24’ê Hezîranê firsend e.” Yildirim bang li hemû hilbijêrên li Fransayê kir ku biçin ser sindoqan û bersiva pêwîst bidin faşîzmê û dîktatoriyê.
Mîtîng bi stranên Farqîn Azad û Hozan Kawa qediya. n ANF/PARÎS
Leipzig û Freiburg bi rengê HDP´ê xemilîn
Li bajarên Elmanyayê Leipzig û Freiburgê, ji bo destekkirina HDP’ê çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Leipzigê, bi pêşengiya Rojavasoli (Piştgiriya Rojava), meşek hate lidarxistin û gelek rêxistinên çepgir ên Elman jî destek dan.
Meş li ser esasê modela xweseriya demokratîk a li Rojava, ji 5 baskên; femînîst, enternasyonalîst, ekolojîst, bloka li dijî nijadperestiyê û bloka aştiyê hate kirin. her pênc bask li cihekî gihîştin hev û meşê bi vî rengî dewam kir.
Girseya gel piştre ber bi Bundesverwaltungs Gerichtê ve meşiya û li ber deriyê wê mîtîngek li dar xist. Qisekeran bal kişand ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê û xwest, heyetek bi wesîleya hilbijartinê bê şandin.
Li dijî neheqî û bê edaletiyê HDP û Demirtaş
Li bajarê Freiburgê, bi pêşengiya rêxistinên çepgir ên Elman, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Freiburgê û Meclîsa Jinê ya Nûda bi heman armancê meşek hate lidarxistin.
Çalakger li meydana Alte Synagoge civiyan û bi gotina dirûşmên “Bijî HDP”, “Jin, jiyan HDP”, “Bijî berxwedana HDP’ê” ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Di meşê de wêneyên wekîlên HDP’yî yên girtî hatin hildan. Li navenda bajêr li ser navê çalakgeran bi daxuyaniyekê hate gotin, “Li dijî neheqî û bêedaletiyê em destekê didin HDP û Demîrtaş, û em bang li her kesê xwedî wijdan dikin ku di nava heman refî de cih bigire.“ n LEIPZIG/FREIBURG