Hackensberger di nivîsa xwe ya bi ser navê ‘Yekane cihê demokratîk û azad yê Sûriyeyê’ de cih da hevdîtinên xwe yên bi rêveberê Kantona Cizîrê a bajarê Amûdê.

 Hackensberger, birêvebirina rêveberiya demokratîk ya herêmê a di bin êrîşa El Nusra û DAIŞ’ê de ye û qezencên gelê Rojava ji xwendevanan re ragîhand.
Rojnamegerê Alman ku li Amûdê bi serokê serbixwe yê Kantona Cizîrê Ekrem Heso, cigirê serok yê Suryanî Elîzabety Gewriye re hevdîtin kir, der barê Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê de agahî parve kir.  Hackensberger diyar kir ku cigirên serokên kurd yên Kantona Cizîrê Ereb û Suryanîne û  got hema hema di hemû yekineyan de jin jî hevserokatiyê dikin.

Sûryaniyan cara yekem statu bidest xist

Rojnamger got Suryaniyên Xiristiyan yên Kantona Cizîrê, ne tenê li ser ol, dixwazin li ser aydiyetê jî bên nasandin û gotinên Elîzabat Gewriye yên wekê;’Em bi çand û zimanê xwe dixwazin wek gelekî serbixwe bê nasîn’ ci rojnameyê de cih dayê.
Hackensberger got bi saya rêveberiya xweser a Rojva ligel erebî, zimanê kurdî û Aramî jî wek zimanên fermî hatin nasîn û li dibistanan bi van zimanan perwerdehî tê dayîn û got ev di dema Esad de bi giştî qedexe bûn.
 Hackensberger cih da gotinên lîderê Suryanî yê li Kantona Cizîrê, Gabrîano Hano û gotinên Hano yê wekê ‘Suryaniyan cara yekem statuyek qezenc kiriye’ bibîrxist û balkişand ser popularîteya PYD’ê ya li herêmê zêde bûye.  Hackensberger got Hano gotiye ku heta 6 meh berê ji PYD’ê bi gazinc bû lê piştî pêkanîna xweseriyê dîtiye, îro bûye yek ji parêzvanên PYD’ê.
Hackensberger di nivîsa xwe de balkişand  ser birêvebirina Kantona Cizîrê û wiha got: “13 wezaret hene. Lê ev ne wek wezaret wek ‘komîte’ hatine binavkirin.  Rayeya biryargirtinê jî herî kêm bi 3 kesan re ye.  Li gorî serok Ekrem Heso, di mijara hilbijartina rêveberiyê de ji aydiyeta entîk wêtedir raye balê dikişîne.
Rojava li 3 Kantonan (Kobanî, Efrîn, Cizîrê) pêk tê.  Civînên hikûmetê jî ji ber vê sedemê li ser Skype tên kirin.” Her wiha Hackesnberger diyar kir ku li gorî agahiyên ku rêveberên kantonan dane, Cizîr jia liyê rêveberiya Tirkiye û Başûrê Kurdistanê ve tê îzolekirin.

Çavkaniyên dewlemend henre

Hackensberger anî zimain ku çavkaniyên petrolê yên herêma Rîmelan ji sedî 60 hilberîna Sûriyeyê pêk tîne û da zanîn ku rêxistinên Eniya El Nusra û DAIŞ’ê jî dixwazin bikevin van herêman.
Di dawiya nivîsê de hate diyar kirin ku Yekineyên Parastina Gel (YPG) jî li dijî van êrîşên çeteyan di nava berxwedanê de ye û bi yekineyên ku Xiristiyanan avakirine re di nava YPG’ê de di parastina Rojava de cihê xwe girtine. Hackensberger nivîsa xwe bi gotinên Gewargîs Hano ku li yekiniyên Suryanî fermandariyê dike yên wekê ; “Xebata hemû komên etnîk yên ji bo pêşerojê bo min mînaka herî girînge’ bi dawî kir. Nivîskar  Alfred Hackensberger bi nivîsên xwe yê der barê Bakurê Arîkayê, Cîhana Ereb û Rojhilata Navîn tê zanîn. Hackensberger herî dawî pirtûka xwe ya bi navê ‘Li Beyrutê rojên dawî’ weşandibû.

BERLÎN