Serokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Ebdilkerîm Sarûxan di merasîma oxirkirina cenazeyê şervanên Hêza Erka Xweparastinê Mehmûd Elî Mihemed û Yasir Xalid Xelef de ku 3’yê Tîrmeha 2015’an li gundê Zêdî yê devera Mebrûka ya rojavayê bajarê Serêkaniyê di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn, diyar kir ku YPG hêza leşkerî ya tekane ya Rojavayê Kurdistanê ye.
´Bila di bin sîwana YPG’ê de cîh bigrin´
Sarûxan da zanîn ku hêzên YPG û YPJ´ê ji bo rizgarkirina herêmên rojava û parastina hemû pêkhateyên herêmê bi hezaran qurbanî dan û wiha domand: “Mixabin piştî van destketiyên dîrokî ku bi saya xwîna şehîdan hatine bi dest xistin, hin dengên ku girêdana wan bi ajandeyên derve ve eşkere ne, bilind dibin û di bin navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ û bi hinceta parastina Rojava daxwaza destwerdana Rojava dikin.”
Sarûxan diyar kir ku hêza leşkerî ya yekane ya Rojavayê Kurdistanê YPG û YPJ ne û di bin sîwana wan de gelek hêzên leşkerî yên wekî hêzên El-Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan û Zêrevanên Xabûr tevdigerin û got: “Ji bo parastina Rojava em li pêşiya tu kesî nasekinin, lê kesên dixwazin parastina Rojava bikin divê şert û mercan daneynin û divê wekî hemû hêzên herêmê di bin sîwana YPG´ê de tevbigerin.”
ANHA/ QAMIŞLO
‘Lihevkirinek ji bo hatina pêşmergeyan tuneye’
Kordînasyona Meclîsên Rêveber ê hersê kantonên Rojavayê Kurdistanê îdiayên ku dibêjin Rêveberî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê hatina ciwanên Rojava ku li Başûr perwedeya leşkerî dibînin, li hev hatine, derewand. Di daxuyaniyê de tê gotin ti lihevkirinek der barê mijarê de nîne û îdiayên têne kirin ji rastiyê dûr in.
Kordînasyonê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew wekî Kordînasyona Meclîsên Rêveber ên her sê kantonên Rojava van îdîayan red dikin û daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Em ji gelê xwe û raya giştî ya Kurdî û cîhanî re tekez dikin ku tu lihevkirineke bi vî rengî nîne. Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk û hemû hêzên di bin sîwana wê de wekî YPG, YPJ, Hêzên Asayîşa Rojava, hêzên erka xweparastinê dikarin xak û gelê Rojava biparêzin. Em ji hemû birayên xwe yên Kurdistanê dixwazin ku têkiliyên li ser bingehê rêzdariya hevbeş nêzî hev bibin û tu alî mudaxeleyî rewşa hundir a Rojava neke.ˮ
NAVENDA NÛÇEYAN