Ji acizbûna min re kilam dibin derman. Ji ber ku di dengbêjiyê de ruh û dîrok dibin yek. Cih û dem ji bo min ne asteng in. Heta mirinê, ez ê kilamên xwe bibêjim.

MÛRADA KENDA / ŞÎNDA EKREM

ANHA / QAMIŞLO

Li dijî hemû êrişên li dijî çanda kevnar a Kurdan, jina dengbêj a 100 salî bi deng, cil û deqên li ser bedana xwe, li ber xwe dide û çanda xwe diparezê.

Dengbêjî di nava çanda Kurdan de hem ji hunerên kevnar e û hem jî girîng e. Dengbêj hestên ji bûyerên dîrokî, di kilaman de bi cih dikin. Nexasim, êş, şer, zilm, komkujî û koçberiyê bi rêya kilamên xwe, weke çîrok tînin ziman. Çanda dengbêjiyê ji nifşekî derbasî nifşê din dibe.

Hogiriya bi kilaman re a 85 salan

Yek ji jinên dengbêj ên Kurd, Hesîna  Kamîl Hacî Hisen e. Ew 100 salî ye û ji gunde Til-Şehîr ê girêdayî bajarê Amûdê yê kantona Qamişloyê ye. Dayika Hesîna bi deng, cil, melesa xwe û deqên li ser dest û rûyê xwe dîroka Kurdan pênasê dike. Hesîna dayika 4 kur û 3 keçan e. Di 15 saliya xwe de ji lawê apê xwe, dengbêjê navdar Hisnî Bavê Adil, fêrî kilaman dibe. Kilamên Hesîna bi taybetî li ser komkujî, şer û koçberiya Kurdan in. Bi dengê xwe, êşên ku gelê Kurd kişandine di kilaman de îfade dike.

Dayika Hesîna  bi temenê xwe yê 100 salî jî dengbêjiyê dike û li dijî hemû pirsgirêkên tendurîstiyê li ber xwe dide. Her wiha dayika Hesîna dibejê, bi kilaman re gihaştiye temenê 100 saliyê û wiha pê de diçe: “Dema ku ez kilaman dibêjim, hemû êşên Kurdan hîs dikim. 85 sal in ku ez dîroka Kurdan a devkî di nava kilaman de ji nifşen nû rê dibêjim. Bila dîroka xwe ji bîr nekin û biparêzin.”

Heta mirinê ez ê bibêjim

Dayika Hesîna  dema ku distrîne, hêsir ji çavên wê têne xwarê. Ew hestên xwe wiha parve dike: “Ji acizbûna min re kilam dibin derman. Ez her ku kilaman dibêjim, hêsir ji çavên min diherikin. Ji ber ku di dengbêjiyê de ruh û dîrok dibin yek. Di ciwantiya xwe de li ser karê destar û di civatan de min kilam digotin, niha jî di nava cihê xwe de kilaman dibêjim. Cih û dem ji bo min ne asteng in. Heta mirinê, ez ê kilamên xwe bibêjim.”

Ji bo hêz û bedewbûnê

deqandina bedenê

Deqên li ser ling, dest û rûyê dayika Hesîna, xwişka wê Hanîfayê çêkirine. Ji maneya van deqan dayika Hesîna dibêje, “Ew deq çanda kevnar a Kurdan in. Ev deq di nava civaka Kurdan de wekî xweşikbûyîn û hûner tê pênasêkirin. Êdî zêde çanda deqan dewam nake.”

Dayika Hesîna  bi bîr xist ku şîrê dayika ku zaroka keç aniye dinê, pîroz dihat dîtin, wan ew şîr esas digirt.Di nava Kurd, Ereb, Sûryan, Êzidî, Tirkmen, Elewiyan de deq weke hêz û bedewbûnê hatiye manedarkirin. Sembolên deqan ên weke tav, heyv, stêrk, teyr û şiklên geometrîk li ser rû, dest, ling, navçav, bin jawê mirovan tên resimandin.