Li gelek bajarên Elmanyayê û li bajarê Rennesê yê Fransayê çalakî li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatin kirin. Çalakgeran xwest Rêber Apo û girtiyên siyasî azad bibin û Kurd pîlana li Zînî Wertê pûç bikin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, li dijî şaredariyan û siyaseta Kurd, li gelek bajarên Elmanyayê û li bajarê Rennesê yê Fransayê hatin şermezarkirin. Li Duisburgê dagirkeriya şaredariyan hat rûreşkirin û ji aliyên Kurd jî xwestin dawiyê li aloziya li Zînî Wertê bînin. Li Freiburgê ciwanên Kurd faşîzma dewleta Tirk protesto kir. Li Mannheimê êrişên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê û dagirkirina şaredariyan hat rûreşkirin. Li Kielê jî dagirkirina şaredariyan û êrişên dagirkeriyê hat şermezarkirin.

Li Duisburgê Kurdistaniyan û dostên wan bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Zinî Wertê û dagirkirina şaredariyên HDP´yî rûreş kir. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya Duisburgê çalakî li ber Gara Trênan organîze kir. Hevserokê NCDK a Duisburgê Niyazi Oztaş di axaftina xwe de got, “Li Bakur, Başûr, Rojava dar û beran bombe dike; niha li Başûrê Kurdistanê hewl didin nakokiyên di navbera Kurdan de veguherînin, şerekî nav Kurd. Nexasim li Zînî Wertê vê pîlanê dixin dewrê. Em bang li gelê xwe yê Başûr, û tevahiya rêxistinên Kurd dikin, werin em bi hev re vê pîlan dewleta tirk pûç bikin.” Di çalakiyê de êrişên li dijî goristanên Kurdan û eziyeta li cenazeyan tê kirin jî hat rûreşkirin.

   

Kurdistan ne bêxwedî ye

Li Freiburgê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Azad (JCA) êrişên qirkirina siyasî yên li Bakurê Kurdistanê hatin protestokirin. Çalakgeran serdegirtina sazî û rêxistinên jinan ên li Kurdistanê û girtina 12 jinan şermezar kir. Di mîtîngê de gelek Kurdistanî û dostên wan amade bûn. Di çalakiyê de ji bo girtiyên siyasî jî doza azadiyê hat kirin û pankarta li serê “Ji girtiyên siyasî re azadî” nivîsandî hat hilgirtin.

Li bajarê Mannheimê jî NCDK´yê li Marktplatzê êrişên dewleta Tirk li dijî devera Zînî Wertê û dagirkirina 5 şaredariyên din ên HDP´yî protesto kir. Rêveberê NCDK a Mannheimê Kerîm Kurt di çalakiyê de got, “Dewleta Tirk êrişî Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike. Lê Kurdistan ne bê xwediyê, bi çalakiyên xwe em xwedî lê derdikevin.”

Rêber Apo serbest bikin

Li bajarê li bakurê Elmanyayê Kielê jî li Asmus-Bremer-Platzê li dijî tecrîdkirina Rêber Apo, ji bo berdana girtiyên siyasî hemûyan û şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk Kurdistaniyan û dostên wan çalakiyeke protestoyî kir. Di çalakiyê de wêneyên Abdullah Ocalan û pankartên wêneyên şaredarên girtî yan jî şaredariyên wan dagirkirî li ser wan hatin hilgirtin. Çalakgeran êrişên li dijî goristanên Kurdan û bi komî di bin peyarêyê de veşartina cenazeyan weke hovîtî hat binavkirin û rûreşkirin. Çalakgeran êrişa li dijî siyasetvanên jin ên Kurd û dagirkirina şaredariyên HDP´yî şermezar kir û xwest di serî de Rêber Apo, girtiyên siyasî hemû bên berdan.

Dest nede vîna min

Li Rennesê jî endamên Navenda Civaka Kurd a Amara û Komeleya Jinê Zînê, bi pirên li ser otobahnên bajêr ve pankart daliqandin û bi qeyûman dagirkirina şaredariyên Kurdan rûreş kirin. Li ser pankartan “Dest nede vîna min” û “Şerê li dijî Kurdistanê êdî bes e” nivîsandî bû.

 

NAVENDA NÛÇEYAN