2. Mîhrîcana Çanda Kurdî ya ku ji aliyê Komeleya Çanda Mezopotamya (NÇM) ve hat amadekirin, dê di navbera 7-15’ê Gulanê de li gelek deverên bajêr bi çalakiyên cuda dewam bike. Di çarçoveya mihrîcanê de dê bi durişma “Zanînên ku li derdora jinê bipêşketî, gava yekem a ber bi civaknasiya rasteqîn ve ne” standa Kovara Jineolojiyê ya ku di 8’ê Adarê de dest bi weşanê kirî, bê vekirin. Ji xebatkarên kovarê Şeyma Kantarci, derbarê dezgehan de jî agahî dan. 


‘Ji texmînan zêdetir elaqe heye…’

Şeyma da zanîn ku dema jimara despêkê ya kovarê derketî, ji texmînan zêdetir rastî elaqeyê hat û weha domand: “Ev elaqe û baldarî me ber bi zêde belavkirina wê ve dibe. Em atolyeyên jineolojiyê çêdikin, li navçeyan panelan amade dikin, bi vî awayî gelek karan di nava hev de dikin. Di heman demê de kovar wergerî Înglîzî tê kirin. Em ê hewil bidin li zanîngehan jî dezgehan deynin û li dibistanan civînan çêkin.”

Şeyma got, di navbera 7-15’ê Gulanê de di nava ji 10’an zêdetir çalakiyan de ew ê dezgehên xwe deynin û weha dewam kir: “Armanca me ew e ku em kovarê bigihînin derdorên berfireh. Li gel vê jî di dezgehan de dirûşma me ya sereke ‘Kovarek ji bo xwe ya dinê jî ji bo Cizîrê’ bikire. Em ê dahata zêde ji bo deverên weke Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Silopiyayê bişînin ku ji nû ve tên avakirin.”


‘Em dixwazin xwe bigihînin belavkarên dildar’

Şeyma di serî de jin, bang li her kesê kir û got: “Yên xwe bigihînin kovarê, dikarin derbarê xebatên jineolojiyê yên dema pêş de jî agahdar bibin. Em dixwazin di aliyê belavkirina kovarê de xwe bigihînin belavkarên dildar. Li dezgehan, lîsteyên me wê hebin. Em ê li zanîngehan û navçeyan xwe bigihînin ên bibêjin; ‘ez dikarim kovarê belav bikim.’” 


 STENBOL