Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku li seranserî rojavayê Kurdistanê xebatên perwerdeya zimanê Kurdî dimeşîne, li bajaroka Til Temirê yekemîn Dibistana Zimanê Kurdî vekir. Nêzî 300 kesî ji bo perwedeya Zimanê Kurdî serlêdana dibistanê kirin û rayedarên dibistanê  ji bo dersên Zimanê Kurdî her roj ji seet 17:00 heya19:00 diyar kirin.

Şagirtan diyar kirin ku, ew gelek keyfxweşin bi vekirina dibistanek bi zimanê Kurdî li Til Temirê    hatiye vekirin.

 TIL TEMIR