
Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Nadir Yildirim, li Federasyona Bakurê Sûriyê li ser sindoqên hilbijartinê çavdêrî kir. Yildirim, çavdêriyên xwe yên der barê hilbijartinê de parve kirin û diyar kir ku ev cara yekem e li Sûriyê bi beşdariya hemû gelan hilbijartinek demokratîk pêk hatiye û wiha peyivî: “Mirovê 80-90 salî yekem car dengê xwe da.“
Li ser banga Federasyona Bakurê Sûriyê û vexwendina Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Bakurê Sûriyê ji Tirkiye û Herêma Başûrê Kurdistanê ji bo çavdêriyê heyet çûn Rojava û bakurê Sûriyê. Ji Tirkiyeyê, heyeta ji 5 parlamenterên HDP’ê pêk dihat çû û li ser sindoqan çavdêrî kir. Ji endamên heyeta çavdêriya hilbijartinan û Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Nadir Yildirim diyar kir ku cara yekem e li Sûriyeyê bi beşdariya hemû gelan hilbijartineke demokratîk pêk hatiye.
Yildirim, anî ziman ku ji her beşên civakê yên kêmar, baweriyên cuda û rengên cuda çûn ser sindoqê û wiha peyivî: “Mirovên 80-90 salî yekem car e ku çûn ser sindoqê û dengê xwe dan. Vîna xwe eşkere kirin. Kelecana jinan zêdetir bû. Di dîroka Sûriyê de yekem car e hilbijartineke bi vî rengî ya demokratîk pêk tê.”
‘Mezin difikirin’
Yildirim anî ziman ku li Federasyona Bakurê Sûriyê fikra perçebûnê ji holê rabûye û dijberî vê yekê bêhtir fikra yekîtî û yekparebûnê li pêş e; “bêhtir fikra Sûriya Demokratik li pêş e. Li vir azadiya Sûriye û Rojhilata Navîn armanc dikin. Dixwazin ji Rojava ber bi Sûriye û ji Sûriye ber bi Rojhilata Navîn ve demokrasî û azadiyê bi pêş bixin. Armanc dikin ku civaka demokratîk, azad, wekhev, ekolojîk û yekîtiya civakan ava bikin û mezin bikin. Fikra mezin li pêş e.”
Destpêka serdemeke nû
Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Nadir Yildirim, anî ziman ku bi hilbijartinên 1’ê Kanûnê li Sûriyê serdemeke nû dest pê kir û wiha peyivî: “Li Sûriyê DAIŞ têk çû. Bi 1’ê Kanûnê re dest bi pêvajoya avakirinê kirin. Avakirin û muzakere dê bi hev re bi pêş bikevin. Li Sûriyê ji 3 paran parek di destê Federasyona Bakurê Sûriyê de ye. Çavkaniyên Avê ji sedî 70, bendav li vê herêmê ne. Çavkaniyên petrolê ji sedî 75 li vê herêmê ne. Erdên çandiniyê li vê herêmê ne. Li vir parvekirina wekhev esas digirin. Li vir çareseriya pirsgirêkan ne bi şer, bi aştî û muzakereyan dibe.”
Yildirim herî dawî bal kişand ser yekîtiya neteweya Kurd û wiha gotinên xwe bi dawî kirin: “Ji bakur û başur heyet çûn. Ev ji bo yekîtiya neteweyî girîng e. Heyetên ku di nav de parlamenter, rojnamevan û siyasetvan hebûn, hatin. Xwedîderketina li Federasyona Bakurê Sûriyê ji bo yekîtiya gelan u yekîtiya Kurdan girîng e.”
MA / AMED