Konferansa serê du salan carekê ya International Institute for the Study of Kurdish Societies (IISKS) ya yekem vê dawiya hefteyê wê li Zanîngeha Goethe ya Frankfurtê bi rê ve biçe. Roja şemiyê li ser navê mêvandarê konferansê Prf. Dr. Jost Gippert wê xêrhatina beşdaran bike, pê re jî Rêveberê IISKS´ê Dr. Behrûz Çaman Ara ji Zanîngeha Kurdistanê wê bi peyive û xêr hatinê li beşdar û mêvanan bike.
Ji EHESS Parîsê Prof. Dr. Hamit Bozarslan, ji Zanîngeha Soran Dr. Nahro Zagros li konferansê wê axaftinên destpêkê bikin. Roja yekê ya konferansê paneleên li ser Xwendina Zanîngehê li Herêma Başûrê Kurdistanê, Mîmarî û Plansaziya Bajarî, Romana Kurdî, Siyaset, Mîtolojî, Dîrok, Lîteratura Modern, Lêkolînên Civaknasî û Çandê, Ziman û Zimanzanî wê hebin tevî beşdarên mîna Haşim Ehmedzade, Joanna Bochenska, Mîlad Moradî, Bextiyar Behramî.
Roja duyem a konferansê 17´ê Îlonê roja yekşemê ye, û panelên li ser mijarên Lêkolînên Kurdî, Lêkolînên Edebî, Felsefe, Nasname û Îdeolojî, Huner û Edeb, Perwerde, Dîn, Lêkolînên Psîkolojîk, Lêkolînên Cinsan, Teknolojî wê hebin, tevî panelên duyem ên li ser mijarên Siyaset, Ziman û Zimanzanî, Edebiyata Modern, Dîrok û Romana Kurdî. Di van panelan de navên mîna Valî Ghulamî, Michael Leezenberg, Jafer Sheyhkulislami û Michael Chyet wê gotarên xwe pêşkêş bikin.
FRANKFURT