SÎLVA MISTEFA / ANHA / HELEB


Navenda Çand û Hunerê ya Helebê bi armanca şermezarkirina komploya navdewletî wê sibe yekem mihrîcan bi dirûşima “Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertiyê” a li ser asta Helebê, destpê bike. Gelek komên çandê wê tevlî mihrîcanê bibin.

Tevgera Çand û Huner a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, piştî salên berxwedan û fedakariya ku şêniyan pêşkêş kirine, amadekariya vekirina yekemîn mihrîcanê dike. Di mîhrecanê de 20 komên çandê yên taxa Şêxmeqsûd, her wiha komên taxên rojhilat jî beşdar dibin.

Têkildarî xebatên amadekariya yekemîn mihrîcana li ser asta Helebê û armanca organîzekirina wê, Endamê Rêveber ê Tevgera Çand û Huner a bajarê Helebê, Idrîs Dilşêr agahî dan û got, "Piştî çend salan ji êrîşan û ambargoya li ser taxa Şêxmeqsûd, me wek Tevgera Çand û Huner, biryar da ku îsal tiştekî balkêş li bajarê Helebê organize bikin. Armanca vê ew e ku em atmosfêreke xweş peyde bikin da ku bi şêniyan wan şer û êrîşan bidin jibîrkirin, ji ber vê yekê jî me dest bi xebatên amadekarina mihrîcanê kir." 


Ji bo Ocalan dengê xwe bilind dikin

Idrîs Dilşêr bi bîr xist ku ev cara yekê ye mihrîcan li Helebê tê lidarxistin û wiha dewam kir: "Mihrîcan bi vê navnîşana taybet ‘Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan’ tê lidarxistin, armanca me jî ew e ku em isbat bikin ku em ê xebat û çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidomînin û ji bo azadiya wî em ê dengê xwe bilind bikin.”

Idrîs Dilşêr da xuyakirin ku mihrîcan dê roja Înê (îro) bê lidarxistin û du rojan bê navber dewam bike. Idrîs Dilşêr da zanîn ku govendên gelerî folklorî û stranên cihêreng wê di mihrîcanê de bên pêşkêşkirin, mûzîk, şevbuhêrkên helbestê û şanoyan jî wê hebin û wiha dewam kir: "Hunerên xwarinên gelerî yên berê jî wê bên pêşkêşkirin. 20 komên cihêreng ên Tevgera çand û Huner, Yekîtiya Ciwanên Rojava, komên taybet ên taxên rojhilatê, di mihrîcanê de beşdar in. Di mihrîcanê de hunerên her pêkhateyekê dê bên pêşandan.”

Di dewama axaftina xwe de, Îdrîs Dilşêr got, “Ev mihrîcan ji her kesî re ku destek dayî çeteyan ku li herêmê rûxandin û rijandina xwînê pêk anîne, wê bibe peyamek da bizanin em li vir in, têkoşîn û berxwedanê didomînin da ku parastina zimanê dayikê bikin û Rêberê Mirovahiyê Abdullah Ocalan azad bikin.”