Înstîtuya Kurdî ya Parîsê û komeleya Sînemaya Franco-kurde, CinéBej dê 3-6´ê Tîrmehê “Mihrîcana Filmên Kurdî” pêk bînin.

Mîhrîcan dê bi alîkarîya Wezareta Çandê ya Fransayê,  Şarederiya Parîsê û navenda Wallonie-Bruxellesê bi rê ve biçe. Film dê li Wallonie-Bruxellesê bêne nîşandan.

Di sê rojên mihrîcanê de 19 filmên Kurdî dê bêne nîşandan. Roja pêşî “Efsaneya Qiralê Kirêt: Yilmaz Guney” tê nîşandan. Derhênerê filmê Huseyin Tabak û produktorê filmê Mehmet Aktaş jî dê beşdarî bernameya nîşandana filmê bibin.

Amadekaran ji sînemahezan xwest beşdarî mihrîcanê bibin.

Di banga xwe de wan got, “Mihrîcana Filmên Kurdî ya Parîsê (FFKP) bangê li we dike ku di navbera 3 û 6´ê Tîrmeha 2019´an de li navenda Wallonie-Bruxellesê hûn li filmên Kurdî temaşe bikin. Di van 3 rojan de 19 filmên Kurdî dê werin nîşandan (anîmasyon, belgefilm û fîksiyonên tevlihev).”

Piştî 14 bajaran dor giha Parîsê

Amadekaran got, piştî 14 bajaran dor gihiştiye Parîsê, lewma ji sala 2000´î ve festîvalên Kurdî li Êlih, Amed, Slêmanî, Dihok, Hewlêr, Sine, Kobanê, Berlîn, London, Stokholm, Stenbol, New York, Kopenhag û Hambûrgê bi awayekî pêşketî bi rê ve çûne û niha dor gihiştiye Parîsê.

Amadekaran wekî din got ew ji sînorên çêkirî jî dûr in: “Mihrîcan dixwaze di sê rojan de ji sînorên avakirî dûr, hevkariyeke hunerî bide jiyan. Ew ê nêzikahiyeke rexneyî pêşkêş bike li dora filmên ku ji herêmên cuda hatine û hewl bide ku berhemên filmî yên ku ji salen 2000´î ve zêdetir dibin, bide nîşan dan da ku bibe garantiyeke hunerî û cihekî bibîranînê ji bo siberojê.”