Bi beşdarbûna nûnerên Partiyên Siyasî, endamên Saziyên Civaka û bi sedan  xwendekar û mamosteyan û welatiyên bajarê Hesekê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Peymangehan amadekirina mamosteyan bi navê ” Peymangeha Şehîd Çiya”   li taxa Salihiyê hate vekir.

Merasîma vekirina peymangehê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre Rêveberê Peymangehê Şêrzad Hesen axaftina destpêkê kir û vekirina  yekem peymangeha zimanê Kurdî li bajarê Hesekê li gelên Hesekê pîroz kir. Hesen sîstema peymangeh û rojên vekirin peymangehê şîrove û diyar kir ku dewreyên zimanê kurdî 6 mehan dewam dike wê tê de meteryalên bîrkarî, zanist, dîroka Kurdistanê, spor bi zimanê kurdî wê were dayîn.

Di merasîmê de Hevserokê Yekîtiya Mamosteyan a Kantona Cizîrê Ezher Ehmed axavtin kir û da zanîn ku vekirina peymangehê pêngaveke mezin ji bo gelên herêmê ye. Ehmed hêviya serkeftinê xwest.

Rêvebera Mûdîriyeta Perwerdeyê ya bajarê Hesekê Jînda Ehmê got ku ev peymangeh bi saya ked û xwîna têkoşeran hate vekirin.

Birayê têkoşer “Çiya” Ehmed Çiya vekirina peymangehê li  şêniyên bajarê Hesekê pîroz kir û bal kişande ser pêwîstiya fêrbûna bi zimanê Kurdî.

Helbestvan û Nîviskarê Kurd Salih Seydo helbestên xwe yên netewî û  şoreşgerî xwend.Di merasîmê de peyamên pîrozbahiyê ku ji aliyê partî û Saziyên bajarê Hesekê ve hatibûn şandin ji aliyê Rêvebera Peymangehê Diyana Ebdulkerîn ve hate xwendin. Piştî axaftinan peymangeh ji aliyê birayê têkoşer Çiya ve hate vekirin. Merasîm di gerandina govendan li gel stranên şoreşgerî  bi dawî bû.


 ANHA/HESEKÊ