Ev cara yekemîn e li Rojavayê Kurdistanê ku fîlmekî bi vî rengî tê çêkirin. Tomarkirina dîmenan û amadekirina vê fîlmê nêzî 4 mehan dewam kir. Çalakiyên zarokan li navendên çand û hunerê, birêxistinkirina jiyana zarokan li dibistanan mijarên sereke yên fîlmê ne.
Fîlim 40 deqeyan dikişîne, bi derhêneriya Xişman Qazî, senaryoya Rêber Hebaş hatiye pê, dîmengir Mazdik Ararat e, çavdêriya montajê Dilgeş Ormî dike, û mûzîk û stranên filmê jî yên hunermend Delîl Mîrsaz in.
Plansaziya Komîna Fîlm a Rojava ye ku filmê li tevahiya navendên çand û huner ên bajarên Kantona Cizîrê jî bê pêşkêşkirin.
Komîna Fîlm a Rojava di 14’ê Tîrmeha 2015’an de li bajarê Dirbêsiyê wekî pêngava yekemîn di warê fîlm û sînemaya Kurdî û Rojavayê Kurdistanê hate sazkirin.
QAMIŞLO