Li Gundê Koço yê Şengalê, vekirina yekemîn gora komî ji aliyê Tîma Vekirina Goran ve bi dawî bû. Ji gorê 28 cenaze hatin derxistin.
Li gundê Koço yê Şengalê di 16’ê Adarê de, bi fermî ji aliyê hikûmeta Iraqê, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û bi amadebûna bi seden Êzîdiyan, vekirina gorên komî ji aliyê Tîmên Vekirina Gorên Komî ve dest pê kir. Pêr vekirina yekemîn gora bi komî bi dawî bû.
Ji gorê 28 cenaze û bermahiyên cenazeyên kesan hatin derxistin. Hemû bermahî ji gorê hatin destxistin ji bo lêkolîna DNA’yê ji Tiba Edlî ya Bexdayê re hatin şandin.
Ji bo ku bê zanîn ka cenaze yên kê ne, beriya niha ji kesên xizmên wan winda, nimûneyên xwînê hatibûn girtin.
ROJNEWS / ŞENGAL