Li Rojavayê Kurdistanê yekemîn komîna film li Kantona Cizirê bajarê Dirbêsiyê hate avakirin. Bi daxuyaniya çapemeniyê avakirina yekemin komîna film hate îlan kirin. Di daxuyaniyê de Hevserokê Kantona Cizîrê Hediye Yusuf, her wiha kesên ku di sinemeyê te tên naskirin yên weke Zana Dilan, Onder Çakar, Ronahi Berxwedan ve Şêro Hindê amadebûn.

Di daxuyaniya çapemeniyê de wiha hate gotin: „Di pêşengiya şoreşa gel de, li kantonên me yên ku tên rizgarkirin, ne tenê şervanên YPG û YPJ’ê li dijî rûyê herî paşverû yê sermayeyê ango DAIŞ’ê şer dikin. Em jiyana xwe ya ku hatiye şikandin, belavkirin û bi sedê salan e tê bişavtin, ji nû ve ava dikin. Pêwîste cîhan bizane ku em dijîn û şer dikin û di her şerekî xwe de, ji bo tevayî mirovahiyê biser dikevin. Ji ber ku yên dijîn, “Em”in, yên ku dê bijîn jinên me, zarokên me ne, û çanda me ye ku ku bi hezaran salan li ser vê xakê hatiye berhebkirin.Em genimê xwe diçinin, di  kargehên xwe de kar dikin, kolanên xwe paqij dikin. Em bi gelê xwe re, dibistanên xwe, nexweşxaneyên xwe, perestgehên xwe vediherînin û xizmetê didinê. Di heman demê de, em şehîdên xwe di dilên xwe de vedişêrin, bi şev û roj her bosteke axa welatê xwe çeperan dikolin û nobetê digirin.“


Ber bi neteweye demokratîk ve

Di ber dewamiya metna daxuyaniyê ya bi şêwazekî edebî hatibû amadekirin de li ser karakterê Şoreşa Rojava û têkoşîna ji bo avakirina neteweya demokratîk jî wiha hate gotin: „Em şerê xwe yê azadiyê, ji çeperên me ta bi jiyana me ya rojane, bi têgihiştina  xeyalên komkirina mirovahiyê, nû dikin. Em, jin û mêr mil bi mil, neteweya demokratîk bi Kurd, Ereb, Ermen, Turkmen, Sunî, Xirîstiyan, Ezîdî û Şiyayên wê ve, bi eşq û biryardarî ava dikin. ‘Heqîqet eşq e, Eşq jiyana azad e’
Di saziyên civakî yên ku xeyalên azadî û wekhevî tê de hatibin avakirin, serkeftinên şênber tenê bi qasî erkên jiyana rojane dûr in.“


Şoreşa çand û hunerê

Girîngiya xabatên çandî û hunerî ya di pêvajoyên şoreşê de jî di daxuyaniyê de wiha cih girtin: „Bi serwextî û berpirsiyariya erkên xwe, di banê TEV-ÇAND de, hêza ku çanda me dide me niha bi azadiya me re dibin yek û em bêhtir bi pêş ve gav diavêjin. Em stranan bi awaz dikin, dîlanên xwe yên gelêrî zindî dikin, nîgar û peykerên xwe çêdikin. Ji zarokên xwe yên ku li ber tu şanoyan nemane re, em ji çîrokên xwe şanoyan pêşkêş dikin. Avakirin bilind dibe.

Komîna Fîlm a Rojava, di vê axa bi berhem de û bi kelecana mezin a ku şoreşê afirandiye, hat damezrandin. Bi nejibîrkirina bîrananîna komkujiya sînemaya Amûdê, ku em dizanin encex bi avakirina sînemayê zindî bihêlin, ev komîn hat damezrandin.“


‘Emê bibin dengê Rojava’

Li ser kar û xebatên di paşerojê de komuna sînameyê bide berxwe jî ev nerîn hatin parvekirin: „ Hemu hevalên sînemager gerek e bizanin ku; Li devera ku raman û derbirîn lê ne azad bin, huner û çelengî nabin, nabe. Li vê axa ku azadî lê zindî bûye, ji bo ku hun hunera xwe bi şêweyê ku hun dixwazin ji nû ava bikin, êdî Komîna Fîlm a Rojava heye. Komîna me ji bo alîkarî û piştgiriya kedkarên sînemayê yên ji Rojava û yên ku ji derveyî wê werin, hate avakirin. Ji bo hilbirandina film û belgefilmên nû û ji bo ku yên heyî ji gelê me re were pêşkêşkirin, ev komîn hate avakirin. Niha kî bixwaze bi azadî fîlmekî çêbike, gerek e were Rojava. Di Rojava de, kî bixwaze fîlmekî çêbike, gerek e Komîna Fîlm a Rojava bibîne. Êdî berhemên sînemayê yên herî binirx, bi zimanên humu gelên Rojava wê bighêje wan. Êdî em rê nadin ku sînema wisa wekî alavekî pîşesaziyê hêsan bikin û têxin rengê tiştekî ku tê xerckirin û bi dawî dibe. Êdî qadên gundên me wê bibin navendên me yên çand û hunerê, kargeh û xwaringehên me wê bibin salonên me yên sînemayê û kolanên me yên ku  jiyan ji wan diherike wê bibin cihên kişandina fîlmên me.“


Têgihiştineke nû ya jiyanê

Daxuyanî bi van gotinan bi encam bû: „Komîna Fîlm a Rojava berhema hevpar a hemu hunermendên ku di welatên xwe de ji aliyê nûjentiya sermayedar ve dixwazin dîl werin girtin, e. Komîna Fîlm a Rojava biryardariya yekitiya neteweya Kurd e, ya ku ji dema hatina sermayeyê li Rojhilata Navîn, bûye çar parçe.

Komîna Fîlm a Rojava, bêyî veqetandina ji dîrok û çandê, têgihiştina jiyanê ye. Di rêya şer re serkeftina di jiyanê de ye. Hebûn e û bazdaneke bêyî bêhnberdan ber bi azadiyê ve ye. Emê ser bikevin, Em ê ava bikin û Em ê bidin jiyankirin.” 


 ANHA/DIRBÊSIYÊ