Jinên Sûriyê tevî hemû şertên dijwar yên li herêmê, destwerdan û hesabên hêzên statûkoparêz, sermayedar û çeteyên DAIŞ’ê jî sîstema xwe ya jiyana demokratîk ava dikin û xwe li hemberî hemû êrîşan birêxistin dikin. Kongreya yekemîn a damezrîner ya Meclîsa Jinên Sûriyê li Minbicê dest pê kir.
Li aliyekî şerekî dijwar li seranserê Sûriyê heye, li aliyê din jî gelên Sûriyê û jinên Sûriyeyî sîstema xwe ya jiyana nû, ava dikin. Meclîsa Jinên Sûriyê li Minbicê bi amadebûna 150 delegeyî dest pê kir.
Bi beşdariyeke xurt dest pê kir
Di kongreyê de, nûnerên jin ên hemû herêmên Sûriyê û Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif û Hevserokatiya Cizîrê Hîva Erebo, amade bûn.
Hevseroka Meclîsa Suriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed axaftina vekirinê ya kongreyê kir.
MINBIC