Li aliyek li Tirkiyeyê nêzikatiya qedexekirina zimanê Kurdî didome, ji aliyê din jî ji bo gavavêtin û pêşvebirina zimanê Kurdî ya li hemberî qedexekirinê jî bilind dibe. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê der barê zimanê Kurdî de îmze diavêje bin serdestpêkek û li Amedê krêş Kurdî vedike. Di zarokxaneyê de zarok dê bi zimanên xwe perwerdehî bibîne. krêş ku dê li Vîlayên Dîcle Kentê yên li Navçeya Peyasê di meha îlonê de were vekirin, hemû naveroka dersan dê bi Kurdî be.
Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Hafîze Îpek, der barê zarokxaneyê agahî da û diyar kir ku ev cara ewil e tiştekî wisa tê çêkirin û ji bo vê jî xebatek pir girîng e. Îpek da zanîn ku piştî xebata salekê proje dikeve meriyetê û wiha got: "Emê zarokên temenên wan di navbera 3-6 salî qebûl bikin zarokxaneyê. Dê zimanê perwerdehiyê bi temamî Kurdî be. Her wiha dê ji bo kesên di zarokxaneyê de bixebitin jî şerta Kurdî hebe. Ji bilî naveroka dersên me yên bi Kurdî me pirtûkên alîkar ên bi Kurdî jî amade kirine. Mînak dê zarokên me bi zimanê Kurdî fêr bibin ku du car du dike çar. Ji ber vê yekê xebatên me bi coşek mezin didome."

'Projeya zarokxaneyê serdestpêkek e'

Îpek bilêv kir ku hemû xebatên ku li ser zarokan di hêla pedagojiyê (dêrûniya zarokan) bi awayek erênî bandor bike zanistî ye û anî ziman ku ev xebat dê bibe wesîleya xebatên din jî. Îpek destnîşan kir ku di serî de dê di zarokxaneyê de 35 zarok perwerde bibînin û wiha pê de çû: "Ev xebat di aliyê pedagojîk zarokan pêş de bibe û dê nehêle ku zarok durî ziman û çanda xwe bikevin. Em binesaziya perwerdehiya ji bo di pêşerojê de zarok bi zimanên xwe perwerde bîne ava dikin. Ji niha ve zarokên ku xiroşî bûne hene. Malbatên ku pir kêfxweş û xiroşî bûne hene. Em baş dizanin ku ev proje ji bo Amedê têrî nake. Lê ji bo em vê bînin asta têrkirinê dê xebatên me bidome."
Îpek derbirî ku gelek malbat di nava mala xwe de bi zimanê Kurdî diaxivin û zarok jî bi zimanê Kurdî mezin dibe, lê dema ku diçin dibistanê rastî zimanek biyanî tên û ji aliyê pedagojî dişkê. Îpek da zanîn ku ev pirsgirêk di nava demê de xîzmetî pişaftin û nîjadkujiya çandî dike û wiha axivî: " Mafê hemû kesan heye ku bi zimanê xwe xewnan bibîne, xeyalan biafirîne û perwerdehiyê bibîne. Em wekî partî û şaredarî dixwazin bi xebatên bi vî rengî bi lezgînî di pêşiya pişaftinê bendavek ava bikin. Riya avakirina vê bendavê tenê afirandina derfetên ji bo zarok bikaribin zimanên xwe bi kar bîne ye. Hewce ye em derfetên ku zarokên me bikaribin pirtûkek Kurdî bi hêsanî bixwîne û fêm bike biafirînin." 

DÎHA/AMED