Di merasîmê Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan li Hesekê Albîn Hesekê destnîşan kir ku şehîd Berfîn yek ji endamên avakirina Konfedrasyonê li Kobanê bû û armanca wê jî her tim hişyarkirin û birêxistin kirina ciwanan bû. Endama Rêveber a Jinên Ciwan li Rojava Sîlava Çiya jî axivî û da xuyakirin ku jin li Rojava ji nû ve dîroka xwe dinivîsîne û vekirina navendê yek ji berhemên berxwedana şervananên jin e.
Piştî axaftinan, merasîm bi gerandina dîlanê bi dawî bû.
HESEKÊ