Yekitiya Werzîşê li bajarê Minbicê û gundewarên wê turnuvayeke ji bo jinan bi navê Turnuvaya Şehîd Seher Milhim li dar xist.

Turnuvaya bi armanca xurtkirina werzîşa jinan li bajarê Minbicê û gundewarên wê hate lidarxistin. Turnuvaya dewreya Şehîd Seher Milhim, dewreya yekemîn a pêşbaziya futbolê ya jinan e. Turnuvayê bi beşdariya heft tîmên jinan ji dibistanên seretayî yên li Minbicê dest pê kir.

Doh maça yekê di navbera tîma dibistana Omer Remedan Heco û tîma dibistana Mistefa El-Bekar de li Yarîgeha 15`ê Tebaxê ya El-Sûdasî ya bajarê Minbicê hate lidarxistin. Di dawiya maçê de, tîma Dibistana Mustefa El-Bekar bi ser ket.

Li gorî agahiyên rêveberên turnuvayê, turnuva wê hefteyekê dirêj bike. Di dawiya turnuvayê de, tîma ku bi ser bikeve, dê bibe şampiyona Turnuvaya Şehîd Seher Milhim a futbolê.

Hêjayî gotinê ye ku şehîd Seher Milhim xwendekarek bû û di encama teqîneke li ber Qesr El-Umera ya bajarê Minbicê de şehîd bûbû.

 

ANHA / MINBIC