Cenazeyê Hêlîn Cûdî ku yekemîn şehîda YPJ’ê ya ji Reqayê ye, pêr bi merasîmeke girseyî hate veşartin.
Bi sedan welatiyên Reqayê ji bo veşartina cenazeyê şehîda YPJ’ê Nadra Elûsî (Hêlîn Cûdî) li ber çerxerêya Firûsya ya li rojavayê Reqayê civiyan. Girseyê piştî ku cenaze wergirt bi karwanekî berê xwe da Şehîdgeha li gundê Hikûmiyê.
Bi şehadeta keça xwe serbilind e
Dayika şehîd Hêlîn Cûdî li goristanê axivî û diyar kir û ew bi şehadeta keça xwe serbilind e û keça wê ji bo azadiya welat şehîd bûye.
Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Şervanên YPJ’ê cenazeyê hevala xwe hildan ser milan û li ber gotina dirûşman ew spartin axê. n REQA
Rizgarkirina Efrînê têkoşîna sereke ye
PYD’ê piştî civîna xwe ya asayî ya Meclîsa Giştî encamnameyek belav kir û got, rizgarkirina Efrînê têkoşîna wan a sereke ye.
PYD’ê civîna xwe ya asayî ya çaremîn li dar xist û plana xebatên 2 mehan eşkere kir.
PYD’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser hevdîtinên di navbera Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) û rejîma Sûriyeyê de û got, ew piştevaniya rêya diyalog û hevdîtinan dikin.
Erênî dibînin
Di encamnameya xwe de PYD derbirî ku di civînê de, hate destnîşankirin ku rizgarkirina Efrînê têkoşîna sereke ya partiya wan e.
Her wiha PYD da zanîn ku ew wekî partî hevdîtinên di navbera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û rêjîma Şamê gaveke erênî dibînin û rêbaza diyalog û danûstandinê jî wek riya xelasbûnî pênase kir. QAMIŞLO