Zanîngeha Efrînê ku yekemîn zanîngeha Rojava ye, bi hersê beşên xwe “wêjeya Kurdî, aborî û endizyariya elektro-mekanîk” bi 160 xwendekaran sala xwendinê ya 2015/2016 pêşwazî dike.

Piştî bi dawîbûna amadekariyên  kadroyên perwerdeyê, avahiya zanîngehê û sîstema perwerdehiyê ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve zanîngeha Efrînê deriyên xwe îro li xwendekaran vedike ku ji aliyê hersê beşên wê “wêjeya Kurdî, aborî û endizyariya elektro-mekanîk” ve hatine pejirandin.

Komîteya damezrîner a zanîngehê di 26’ê tîrmeha 2015’an de li navenda Desteya Bazirganî û Aborî di kongreyeke çapemeniyê de avakirina zanîngehê ragihand. Piştî ku avakirina zanîngehê hate ragihandin, di 1’ê tebaxa 2015’an de zanîngehê deriyê tomarkirinê li xwendekaran vekir ku dixwestin navê xwe tomar bikin, vekir.


Kadroyên pispor birêve dibin

Zanîngeh ji aliyê kadroyên pispor ku bawernameyên pisportiyê (doktora) di beşê xwe de wergirtine, tê birêvebirin û materyalên taybet bi zanîngehê ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve bi hevkariya hin zanîngehên Fînlendiyayê yên fermî ve hatine amadekirin.

Hejmara xwendekarên zanîngehê ji her sê beşan wiha ne: “wêjeya kurdî 80 şagirt, endezyariya elektro-mekanîk 40 şagirt û beşa aboriyê 40 şagirt”.

Cîgira Serokê Zanîngeha Efrînê û pispora di warê kîmyayê de Noristan Mamo diyar kir ku di van rewşan de ku Rojava tê re derbas dibe, avakirina zanîngehekê bi serê xwe bûyereke dîrokî ye. Noristan Mamo got, ev yek jî berhemên şoreşa Rojava û keda têkoşeran e û  ji bo dabînkirina asta perwerdehiyeke bilind ji welatiyên Kantonê re ev gav  gava temamkirina serkeftina di warê perwerdeyê de ye.


TOLÎN HESEN/ANHA/EFRÎN