
Bi nav û ala xwe hêza xwe ya parastinê ya asayişê ya bi navê Sutoro di bin baneyê YPG'ê de ava kirin. Meclisa Leşkerî ya Sûryaniyan (MFS) ava kir. Fermandarê Yekîneya Asayişa Sûryaniyan Melki Rabo, anî ziman ku yekem car bi navê Sûryaniyan hêzek leşkerî ava dike.
'Emê parastina rewa bikin'
Rabo, anî ziman ku ew dixwazin nirxên xwe li hemberî êrîşên derve biparêzin û bi boneya paratinê ev hêza xwe ya asayişê ava kirin. Rabo, destnîşan kir ku heta niha rastî gelek komkujiyan hatin û van komkujiyan ji bîr nakin. Rabo, da zanîn ku heta niha gelek caran li hemberî Sûryanî û Kurdan êrîş û komkujî pêk hatin û êdî ji bo xwe biparêzin divê yekîneya wan a parastinê hebe. Rabo, anî ziman ku eniya DAÎŞ'ê u El Nusra her dem li hemberî wan di êrîşê de ye û ji bo xwe li hemberî van êrîşan biparêzin êdî teqez divê yekîneya wan a asayiyê hebe. Rabo, da zanîn ku ew dê bo hemû gelên Rojava têbikoşin û yekîneya asayişê dê hemû nirxên gelê Rojava biparêze"
Rabo destnîşan kir ku yekîneya parastinê Sutoro dê parastina navxweyî bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema pevçûnek, diziyek an jî êrîşek li dijî civakê pêk bê dê parastinê bike. Em dê yekîneya "Sutoro Jın" jî ava bikin. Ji bo yekîneyên parastin û asayişê perwerdehiyêm me berdewam dikin. Ji bo em peyama yekîtiya Kurd û Sûryaniyan bidin nîşandan ev girîng e. Koçberî fêdeyê li me nake. Divê Sûryaniyên çûne paşve vegerin. Divê em dîsa li welatê xwe vegerin. Em destûr nadin hêzên çeteyên DAÎŞ'ê li vir êrîşan pêk binin."
ÎSMAÎL ESKİN/DÎHA/DÊRİK