
Refên gerîla meydanên nûbûn, azadî û jiyana bi rengê jinê ye, bi nûbûnên rojane her zindî dibe. Gerîlayên YJA Starê dewreya perwerdeya xweser a karên teknîkî dan destpêkirin. Gerîlayên jin ên li eyaleta Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hem perwerdeyê dibînin, hem jî li gorî pêwîstiyan li nava çeper û kampan digerin û tamîra teknîkî dikin, bi coşeke mezin yekîneya xwe ya destpêkê ya teknîkê ya xweser ava kirin. Gerîlayên YJA Starê dan xuyakirin, ku li dijî operasyonên li herêma Ertûş a Zapê, ew ê bi xebatên xwe yên xweser û cihgirtina li çeperan, bersivê bidin.
‘Ev kar ji bo me çeperek e’
Yek ji endamên yekîneya teknîkê ya xweser, gerîlaya YJA Starê, Ciwana Sarîna girîngiya cihgirtina li nava vî karî vegot: “Cara yekê ye di nava me de karekî bi vî rengî tê meşandin. Lewma em bi kelecan in. Di heman demê de meşandina vî karî xwedî wateyeke cuda ye. Ji ber ku haya me ji girîngî û wateya vî karî heye, em şerê ku niha li herêma me diqewime, li pêşiya meşandina vî karî asteng nabînin. Ev xebat ji bo me çeperek e.”
Gerîla Darsîn Amed jî yek ji wan gerîlayan e ku cihê xwe di nava atolyeya karê teknîka xweser de digire. Amed têkildarî sedema vê rêxistinbûnê got, “Cihê coş û kêfxweşiyê ye ku jin bi teknîkê re mijûl in.”
Gerîlaya YJA Starê Amara Roj bal kişand ser operasyona ku niha li herêma wan dewam dike û got, cihgirtina li nava xebateke bi vî rengî, baweriya wê bi xwe zêde kiriye.
ANF /BEHDÎNAN