Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Helmed û Şehîd Arîn Mîrkan dan zanîn ku li Stenbolê 8 wesayît şewitandine, 2 jê TIR in. Di daxuyaniya nivîskî ya Yekîneya Tolhildanê de hat gotin, 19’ê Hezîranê li Sîlîvriya Stenbolê wan li dijî parka TIRan çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Yekîneya Tolhildanê got, “Di çalakiyê de 2 TIR hatin îmhakirin ku yek jê bar lê bûye.” Li gorî daxuyaniyê li nava Sûka Ramî ya Stenbolê jî depoyeke ku xurekan dide dijmin û xurekan difiroşe jî hatiye şewitandin. Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 20’ê Hezîranê li Beykoza Stenbolê şeş otomobîlên faşîstan hatine şewitandin û îmhakirin. Zarokên Agir 6 wesayît û fabrîkeyek şewitandin Înisîyatîfa Zarokên Agir ragihand ku wan li Konya, Bûrsa, Çanakkale û Îzmîrê şeş wesayît û fabrîkeyeke camê şewitandine. Înisîyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan di 23 û 24’ê Hezîranê de li çar bajaran çalakî li dar xistine. Li Merama Konyayê 4 wesayîtên Tirkan hatine şewitandin û ev wesayît bûne xwelî. Di heman rojê de li Herêma Senayiyê ya Organîze ya Bûrsayê jî fabrîkeyeke camê ‘tarûmar’ kirine. Li Bîgaya Çanakkaleyê jî wesayîteke li ser rê şewitandine û li Bayrakliya Îzmîrê jî wesayîtek şewitandine. YPS-Jinê li 3 bajaran çalakî kir Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zîlan a YPS-Jinê li Amed, Stenbol û Nîgdeyê çalakî kir. Yekîneyê bi daxuyaniyekê got, "Endamên me ji bo bîranîna salvegera Şehîd Zîlan ku 30'ê Hezîrana 1996'an çalakiya fedayî kir, di çarçoveya 'Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger, sîxur û nokeran' de li Stenbol, Amed û Nîgdeyê li dijî polîsên Tirk ên dagirker û piştevanên rejîma faşîst a AKP-MHP'ê çalakiyên bi bandor kirine. Di çalakiyan de li navçeya Bayrampaşa û Sultanbeliyê ya Stenbolê 9 wesayitên polîsên Tirk ên dagirker û tevna wan sîxuriyê çalakî hatin kirin. Li navçeya Altûnhîsarê ya Nîgdeyê li dijî depoya çîftlîkê ya kesekî faşîst ê AKP'î çalakiya şewitandinê hat kirin û depo bi temamî şewitî. Li navçeya Rezan a Amedê pîkapeke rêyên bejahî yên dewletê hat şewitandin." NAVENDA NÛÇEYAN