Xwezaya Kurdistanê ku bi hezar salan e ji mirovahiyê re bûye sifre ji aliyê leşker, HES û Bendavan ve tê talankirin û wêrankirin. Ji ber operasyonên leşkeran daristan, dehl û rez tên şewitandin her wiha HES û bendav tên avakirin û xweza, dîrok, çand di bin avê de dimînin. Li dijî talankirin û wêrankirina xwezaya Kurdistanê ku bi destê leşkeran pêk tê, Yekîneyên Parastina Xwezaya Kurdistanê tên avakirin. 

Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê, ji bo parastina xwezayê, dê bi tevlîbûna gundiyan Yekîneya Parastina Xwezayê ava bike. Ev Yekîne, dê li dijî şewitandina daristan, birrîna daran, avakirina bendavan, neçîrên qedexe têkoşe û li ser piyan be. Beriya Yekîneya Parastina xwezayê bê avakirin, meclîsê di Tîrmeha 2015'an de biryar da ku li navçeyên Hazro, Farqîn, Licê, Hênê û Pasûrê li dijî bendavan biparêze û ji ber vê yekê Yekîneyên Parastina Xwezayê li vê herêmê bên bicihkirin. 


'Civîna yekem li Farqînê pêk hat'

Piştî ku Meclîsê dest bi xebatan kir, 13'ê Tebaxê li Farqînê li dijî bendava Geliyê Goderné ku wê nêzî 60 gundan di bin avê de bihêle civîna gel pêk anîn û der barê zerara vê bendavê de gel agahdar kirin. Yekîneya Parastina Xwezayê, bi biryar in ku li Kurdistanê gund bi gund, navçe bi navçe li hemû herêmên Kurdistanê ji bo parastina xwezayê yekîneyan ava bikin û her dem xwezayê li dijî êrîşên talankirin û wêrankirinê biparêzin. 


EVRÎM KEPENEK / AMED/DÎHA