Yekîneyên Tolhildanê çalakî zêde kirin
Rêxistiniya bi navê Yekîneyên Tolhildanê li metrepolên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çalakiyên xwe zêde kir û anî ziman ku wê her roj desthilata AKP-MHP’ê û navendên hevkarên wê di hedefa wan de bin.
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sorxwîn Roboskî û Şehîd Soro Amed têkildarî çalakiyên xwe daxuyaniyek nivîskî dan.
Yekîneyên Tolhildanê di daxuyaniyê xwe de bal kişand ser çalakiyên li dijî desthilat û hevkarên wê û ev got: “Em ê her rojê navendekî we ya bazirganiyê bişewitînin. Bê şik û guman wê ne nirxên vê civakê, wê pereyên we yên hûn faşîst li ser raketine bişewitin û bibin xwelî. Ji ber ku her rojê em avahî û dewleta faşîst, avahiyê kapitalîst û hevkarên wê dikin hedef.
Li ser çalakiyan jî Yekîneyên Tolhildanê ev agahî da: 29’ê Nîsanê saet 18.30’î li dijî navenda bazirganiyê ya Stenbol a li Mahmûtbey a Bagcilar a Stenbolê çalakiyeke sabotajê kirine, ev navend bi saetan şewitiye û bûye xwelî.
29’ê Nîsanê saet 06:30’î li dijî pîşesaziya hilberîna mekîne ya li derdorî herêma Akçabûrgaz a Esenyûrt a Stenbolê jî çalakiyeke sabotajê hatiye kirin. Herêma Pişesaziyê bê kêr bûye.”
NAVENDA NÛÇEYAN