Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mordem Andok a YPS’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakiya sabotajê li Îzmîrê kiriye. Di daxuyaniyê de hate gotin, ”3’ê Tîrmehê, li navçeya Çeşme ya Îzmîrê li dijî qadeke hilberîn û depokirina elektrîka ji ba tê bidestxistin, çalakiyeke sabotajê hat kirin. Di çalakiyê de qada hilberandin û depokirina elektrîkê îmha bû.” YPS’ê di dawiya daxuyaniya xwe de got, ”Roj roja xweparastinê ye. Li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku êrişê dibe ser hebûna gelê Kurd, divê gelê me xwe biparêze, hebûn, kolan û bajarê xwe biparêze.” Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Halîl Çavgûn ragihand ku wan 7ʼê Tîrmehê li navçeya Karapinarê ya Konyayê navendeke lêkolînê û dexlên ‘faşîstan’ şewitandine. Însiyatîfa Zarokên Agir li Dîlok, Denîzlî, Îzmîr û Kocaeliyê gelek çalakî li dar xistin. 2’ê Tîrmehê li navçeya Araban a Dîlokê TIR’ek, 7’ê Tîrmehê jî li Denîzliyê wesayitek, heman rojê li Îzmîrê jî otobuseke rêwiyan û 8’ê Tîrmehê li gundê Pelîtlî yê navçeya Gebze ya Kocaeliyê navendeke veguherînê hatine şewitandin. NAVENDA NÛÇEYAN