
Li Dezgeha Xendan a Silêmaniyê nûnerê Herêma Kurdistanê ya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Dr. Mihemed Reşo û nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdên Suriyê (ENSK) Sekreterê Partiya Çep a Kurdên Sûriyeyê Mihemedê Mûsa semînerek hevbeş pêk anîn. Semîner bi deqiqeyek rêzgirtina giyana şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Di destpêka semînerê de nûnerê ENSK’ê Mihemedê Mûsa axivî û behsa qonaxa destpêkirina raperîna li Sûriyeyê kir. Mûsa diyar kir ku wan di serî de jî diyar kiribû ku ji ber wesfê xwe yê herêmî û cihê xwe yê stratejîk rewşa Suriyê naşibe yê Lîbya, Tunûs û Misrê û lewma pêwîstî heye ku rewşa rejîma Esed jî baş bê şirovekirin. Mûsa got; “rejîma Esad rewatiya xwe wenda kiriye. Civaka Sûriyeyê ji 15’ê Adara 2011’an heya niha li dijî rejîmê di nava çalakiyan de ye. Lê belê xweseriyên civaka Sûriyeyê hene. Bi tevê Ereb û Kurdan gelên din jî di nava vê civakê de dijîn. Hilweşandina rejîmek wiha yê diktator ji bo azadiya van gelan şansek mezin e lê ji bo Kurdan du car şans e. Du qat ji gelên din zêdetir di berjewendiya gelê Kurd de ye”.
'Şerekî mezhebî rû dide'
Mûsa da zanîn ku piştî destpêkirina raperîna gel rejîmê vê care jî karta mezhep bi kar aniye û ji ber vê yekê jî niha li Sûriyeyê şerekî mezhebî di navbera Sunî û Elewiyan de rû dide.” Mûsa got ku di nava muxalefeta Suriyê de jî yekîtiyek nîne û muxalefetên heyî jî çareseriya pirsgirêka Kurd dûr in û mafê gelê Kurd nas nakin. Mûsa got; “Di Konferansa Misirê de jî diyar bû ku muxalefa rejîmê ti mafê gelê Kurd nas nake. Ev yek jî bû sedem ku em weke nûnerên gelê Kurd rûnin û bifikirin. Me got ku êdî ji vê derengtir nabe, divê em jî bi xurtkirina yekîtiya xwe bikarin mafê xwe û statûya xwe biparêzin. Li ser vê bingehê me biryara yekîtiya hêzên Kurd da. Beriya niha di navbera ENSK’ê û Meclîsa Gel de danûstandin hebûn. Rêze civîn jî çêbûn. Lê belê bi civînên dawî yên li herêma Kurdistanê bi hevpeymana Hewlêrê me biryara yekîtiyê teqez kir. Ev gavek dîrokî ye”.
Mûsa diyar kir ku ji bo lihevkirina Kurdên rojavayê Kurdistanê PKK’ê, PDK’ê û YNK’ê jî piştgirî dane wan û ji ber vê helwestê spasiya van hêzan kir û got; “Ji bo yekitiya Kurdên Rojava her sê hêzên sereke yên Kurd PKK, PDK û YNK’ê alîkarî kirin û xwestin ku yekîtiya hêzên rojavayê Kurdistanê pêk were. Vê yekê jî moralek mezin da me. Ji bo alîkariya wan em spas dikin”.
'Divê em destê xwe zû bigrin'
Nûnerê herêma Kurdistanê ya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Dr. Mihemed Reşo jî axivî û diyar kir ku guhertina li tevahiya herêmê ji bo Kurdan firsendek dîrokî derxistiye holê û divê Kurd vê firsendê baş bikar bînin. Reşo got; “Ev derfet ji sed salan carekî peyda dibe. Ji ber vê yekê jî divê em jî destê xwe zû bigrin û vê firsendê baş bikar bînin. Weke Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê ji destpêka raperînan heya niha me hewl da ku em xwe bi rêxistin bikin û stûnên statûya xwe saxlem ava bikin. Me di serî de jî diyar kiriye ku kî hebûna gelê me nas bike em jî wî nas dikin”.
Di berdewama axaftina xwe de Reşo diyar kir ku muxalefata Suriyê diyarkiriye ku wan pirsgirêka Kurd cemidandine û ji ber vê yekê muxalefet rexne kir û got; “Bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd pirsgirêkên Sûriyeyê jî çareser nabin û nêzîkatiya demokratîk wiha nîne.” Reşo da zanîn ku yekîtiya hêzên Kurd li rojavayê Kurdistanê pir giringe û ji bo Kurd bibin xwedî helwest û stratejiyek hevbeş ev li hevhatin pêngavek pêwîst bû. Reşo got; “Bi vê hevpeymanê me îradeyek hevbeş avakir. Di pêvajoya nû de jî em ê bikarin bihêz tekoşîna xwe birêve bibin.”
ANF/SILÊMANÎ