Hunermendê Kurda Nasir Rezazî ji bo êrîşên dagirkeran ên li ser xaka Kurdistanê got: “Eger partiyên me yekgirtî bin û dest xwe bêxin destê hevdû kes nikare êrîşî me bike.”

Rezazî diyar kir ku sedemê sereke yê dagirkeriyê hevnegirtina aliyên siyasî yên Kurdan e û wiha peyivî:”Eger partiyên me yekgirtî bin û dest xwe bêxin destê hevdû , pirsgirêkên navxweyî çareser bikin, ne tenê Tirkiye, Amerîka jî nikare êrîş bike ser Kurdistanê, yan jî pirsgirêkan ji bo xelkê çêbike.”

Nakokiyên xwe danin aliyekê

Rezazî got ku piştî Kerkûk, Efrîn û referandûmê divê aliyên siyasî nakokiyên xwe danin aliyekê û li ser yekbûnê bihizirin û wiha pêde çû; “Ji bo ku êdî artêşên Tirkiyeyê û Îranê nekarin êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê bikin, divê yekîtî pêk were.Ne tenê hunermend, pêwîst e hemû ferdên Kurd li her parçeyên Kurdistanê û derveyî welat tişta ji destê wan bê bikin, ji bo ku pêşiya dagirkeran bigirin.”

 

SILÊMANÎ