
Ji Şehîdên Newroza 2015’an ku di êrîşa hovane ya 20’ê Adarê de li taxa Miftî ya Hesekê de jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyên 29 kesan îro bi karwanekî ku ji sedan tirimpêlan, ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê dan rê û anîn Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê. Cenaze li vir nêzî 500 metroyan li derveyî goristanê ji maçînan hatin daxistin û li ser milan bi meşê welatiyan ew birin goristanê.
Di pêşwazîkirinê de bi hezaran kes amade bûn, wêneyên şehîdan, alên Kurdî, pankartên ku êrîşan şermezar dikin hatin hilgirtin û sloganên dilsoziya bi cangoriyan re hatin gotin.
Di pêşwazîkirinê de Hevseroka Kantona Cizîre Hediye Yusuf, hemû endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, endamên Lêvegera Siyasî ya Kurd, rêveberên TEV-DEM, ENKS, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û bi hezaran kes amade bûn.
Li ser dika ku ji bo merasîmê hatibû amadekirin, wêneyên Şehîdên Newrozê hatin daliqandin. Piştî ku cenaze anîn goristanê Hêzen Erka Xweparastinê merasîmek leşkerî li dar xist. Di merasîmê de ji bo cangoriyên azadiyê deqeyekê rêz hate girtin, piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mehemed Dawê axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan û hemû gelê Kurd re xwest û şifa ji birîndaran re xwest.
Ekrem Hiso: Divê Lêveger yekîtiyê ava bike
Piştre li ser navê rêveberiyên xweseriya demokratîk ên Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso axivî. Ekrem Hiso bi gotinên wekî, “Gelê me yê aştîxwaz û welatparêz, em sersaxiyê ji malbatên şehîdên Hesekê re dixwazin. Em bi navê hersê kantonan berxwedana YPG/YPJ, Hêzên Hevbeş û pêşmergeyan ji Kerkûkê heta Kobanê silav dikin” dest bi axaftina xwe kir.
Ekrem Hiso got, “Gelê me îro xwînê dide ji bo ku welatekî demokratîk ava bike. Gelê me yê Rojava îro destkeftiyên mezin bidest dixe. Lewre jî dibe hedefa êrîşên DAIŞ’ê. Lê DAIŞ li hemberî berxwedana gelê me li hemû eniyan bi bin dikeve. Ji ber vê yekê serî li rêyên dijmirovahiyê dide û êrîşî gelê me yê sivîl dike . Êrîş îradeya gelê me têk nabin. Hemû pêkhateyên Rojava îro li hemberî terorê mil bi milin, yek destin. Teror tenê aliyekê yan jî partiyekê hedef nagire, hemû kesê hedef digire. Bi vê munasebetê em bang li Lêvegera Siyasî dikin ku ji xwîna şehîdan sûdê wergire û yekîtiyê ava bike. Ev xwîn divê bibe wesîleya yekîtiyê, gelê me li benda yekîtiyê ye. Ez bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînim.”
Nesredîn Îbrahîm: Yekîtiya me xira nabe
Di merasîmê de li ser navê Lêvegera Siyasî Nesrendîn Îbrahîm axivî û ji malbatên şehîdan sersaxî, ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest. Nesredîn Îbrahîm diyar kir ku gelê herêmê îro bi hemû neteweyên xwe li ber xwe dide û wiha dewam kir: “Gelê me li hemberî terorê şer dike. Ev şehîd îro wekî şitlên gulan dê li tevahiya Rojava û Suriyeyê azadiyê û wekheviyê pêk bînin. Tu kes nikare yekîtiya me xira bike. Şehîd namirin.”
Aldar Xelîl: Ti kes bila hesabên teng neke
Li ser navê TEV-DEM’ê jî Endamê Desteya Rêveber, Aldar Xelîl axivî û destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê mirovahiyê nas nakin, lê nikarin vîna gel bişikînin û wiha pê de çû: “Em ji çeteyan re dibêjin êrîşen we yên tirsonek û terorî vîna gelê me naşikînin. Gelê me îro gav bi gav ber bi azadiye ve diçe, dara azadiyê bixwînê av dide. Ez berxwedana Rêveberiya Xweser, YPG, YPJ, Asayîş û hemû kesên li ber xwe didin silav dikim.”
Xelîl bal kişand ser axaftina Ekrem Hiso ya têkilidarî yekîtiyê û wiha dewam kir: “Ez jî dibêjim ma ji vê yekîtiyê mezintir heye? Em li ser xwînê îro bûne yek. Piştî xwîna van şehîdan divê ti kes hesabên partîtî û teng neke. Di hizura van şehîdan û we tevan de em carake din dibêjin ku em amade ne yekîtiya Kurd pêk bînin. Ez bang li hemû endamên Lêvegera Siyasî dikim di 26’ê mehê de werin civîna Lêvegerê. Ji ber ku yekîtî tekane riya xilasbûna ji terorê ye. Em careke din ji malbatên şehîdan û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”
Di merasîmê de peyama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kanotna Kobanê jî hate xwendin.
Piştî axaftinan cenazeyên 29 şehîdan bi dirûşmeyan spartin axê.
Ji bo Şehîdên Newroza 2015’an wê sibe li Goristana Şehîd Dijwar konê sersaxiyê bê vedan. Cenazeyên qurbaniyên din ên komkujiyê, li ser daxwaza malbatên wan, li goristanên din ên bajêr û gundên Hesekê hatin veşartin.
HESEKE
KCK: Hesab wê bê pirsîn
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya li Hesekê şermezar kir. Di daxuyaniya KCK’ê de hat gotin, “Em komkujiya hov a faşîstên DAIŞ’ê li Hesekê pêk anî bi hêrs şermezar dikin, yên di vê komkujiyê de şehîd ketin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, di serî de ji xizm û malbatên wan re ji tevahiya gelê Kurdistanê re em sersaxiyê dixwazin.”
DAIŞ li her derî hedefa me ye
KCK’ê got, “Divê hêzên dijminê gelan û dijminê şoreşa Rojava baş zanibin ku, hesabê van êrîş û komkujiyan wê qat bi qat bê pirsîn” û ev xal destnîşan kir:
“Faşîzma DAIŞ’ê ya ku li Kobanê û Şengalê li hemberî berxwedana gelê me, li hemberî hêzên YPG/YPJ’ê têkçûneke dîrokî jiya, heta ku bi temamî ji Kurdistanê bê derxistin, têkoşîna me wê dewam bike. Faşîstên DAIŞ’ê ne tenê li Kurdistanê, li her cihê lê ne, di hedefa têkoşîna me de ne. Li pişt wê kîjan hêz dibe bila hebe, ti hêz wê nikaribe li pêşiya jêbirina faşîzma DAIŞ’ê ji ser rûyê erdê bibe asteng.
KCK´ê got, "Ji bo demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn û azadiya hemû bawerî û nasnameyan, ji her demê bêhtir di roja îro de pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye." KCK´ê bi bîr xist ku polîtîkayên hegemonîk ên navneteweyî û hêzên dewletparêziya neteweyî yên statukoparêz ên naxwazin herêm demokratîk bibe di afirandina faşîzma DAIŞ’ê de roleke mezin lîstine û xwest ev hêz polîtîkayên xwe biguherînin. Daxuyaniya KCK´ê weha bi dawî bû: "Bi vê wesîleyê em berxwedana li Rojava silav dikin û destnîşan dikin ku hesabê komkujia Hesekê wê were pirsîn.”
NAVENDA NÛÇEYAN