ERSÎN ÇAKSÛ/ANF/HEWLÊR


Endamê Konseya KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî ji bo pêşnûmeya pîvanan got, “Em yekîtiya neteweyî weke banê mala Kurdan dibînin. Pîvan jî stûnên wê malê ne.” 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), roja 9’ê Tebaxê li Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist û ragihand ku wan dest bi tûra duyemîn a karê xwe yê ji bo yekîtiya neteweyî kir. KNK’ê bi vê armancê pêşnûmayeke pîvanan a ji 21 xalan eşkere kir.

Endamê Konseya KNK’ê û Hîndekarê Zanîngeha Duhokê, Dr. Kamûran Berwarî, ku ji destpêkê ve di nava vî karî de cih digire, diyar kir, ku ji sala 2011’an ve ew ji bo yekîtiya neteweyî dixebitin. Berwarî îşaret bi komxebat, konferans û panelên ji hingê ve kir û got, “Herî dawî 15-16’ê Tîrmeha 2017’an li Silêmanî bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî, rewşenbîr, nivîskar û rûspiyên ji çar parçeyên Kurdistanê, komxebateke berfireh hate lidarxistin. Di wê komxebatê de me xwest hîn bibin ka gelê Kurd yekîtiya neteweyî weke pêwîstiyekê dibîne yan na. Di encamê de, partiyên beşdar projeyên xwe pêşkêş kirin. Di danezana encamê ya ji 14 xalan de, biryar hat dayin ku karê ji bo yekîtiya neteweyî bidome.”


Pêşnûmaya pîvanan dikare biguhere

Dr. Berwarî îşaret bi qonaxên duyemîn û sêyemîn ên karê yekîtiya neteweyî kir û wiha dewam kir: “Li ser vê yekê, me jî karê qonaxa duyemîn roja 9’ê Tebaxê li Hewlêrê bi civîneke çapemeniyê bi awayekî fermî da destpêkirin. Di qonaxa duyemîn de wê li her parçeyê Kurdistanê komxebatek, ji bo gelê Kurd ê li Ewrûpa û cihên din ên cîhanê jî komxebateke giştî bê lidarxistin. Karê ji bo vê yekê dest pê kiriye.

Têkildarî karê xwe yê ji niha û pê ve, me pêşnûmayek ji pîvanan danî holê û bi raya giştî re parve kir. Em îdîa nakin ku ev pîvan misoger in û nabe bên guhertin. Em dixwazin nîqaş li ser vê pêşnûmayê bê kirin. Ji bo em nêrîna nûnerên gelê me, rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenan bigirin, me dest bi hevdîtinên tûra duyemîn kir.”


Pîvan stûnên mala Kurdan in

Li ser armanca van pîvanan jî Dr. Berwarî got, “Em yekîtiya neteweyî weke banê mala Kurdan dibînin. Pîvan jî stûnên wê malê ne. Ji bo ev kar bi rengekî baş û serketî bimeşe, pêwîst e hin nuqteyên hevpar hebin. Weke mînak; azadiya Kurdistanê, dîplomasiya hevpar, parastina hevpar. Ev xalên bingehîn ên li ser van mijaran in û rêbaza meşa me nîşan didin.”


Derdê me tifaqa Kurdan e

Li ser rexneyên bi Kurdan tengmana konferansa li Silêmaniyê jî Dr. Kamûran Berwarî got, “Em vê yekê di nava çarçoveyeke etnîkî û teng de nabînin. Ya ku em balê dikişînin ser Kurdistanî ye. Ya ku dewletên Tirk, Ereb û Fars dikin, em wê nakin. Em li vir hewl didin ku Kurd bibin tifaq. Ev mafek e. Çawa ku li Emerîkayê 50 eyalet hene, li Îtalya û Elmanyayê eyalet hene, li cihên din kanton hene, em jî dixwazin bibin xwedî saziyeke ku xwe pê bi rê ve bibin. Em behsa tifaqê dikin.”


Sînor dikarin ji holê bên rakirin

Dr. Berwarî îşaret bi projeyên xwe yn ji bo Rojhilata Navîn jî kir û got, “Çawa ku Yekîtiya Ewrûpa heye, em jî dikarin ji bo Rojhilata Navîn bi rêxistinbûneke bi vî rengî, sînoran pûç bikin. Em dikarin sînorên li nava xwe rakin û bi hev re bijîn. Em dikarin yekîtî û hevgirtinekê bafirînin ku karibin pê sînorên li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê rakin. Em vê yekê dikarin bi sîstemek konfederal bikin. Ev planên paşerojê ne. Dema Kurdistan hate parçekirin ev yek li derveyî daxwaza me bû. Em di nava pêvajoyeke welê de ne ku her parçeyê Kurdistanê dikare çarenûsa xwe diyar bike. Yê ku biryara vê bide jî gelê me ye. Yên ku îro nobetdariya sînorên li nava Kurdistanê dikin, wê heta kengî karibin nobetdariya Sykes-Picot û Lozanê bikin? Ji ber vê yekê, her gava em îro davêjin gaveke ji bo demên dirêj e. Dibe ku îro neyên fêhmkirin, lê ev gav wê paşerojê diyar bikin.”