
ZEYNEL BULUT / SEMÎHA ALANKUŞ / WELAT / MÊRDÎN
Bi salan e li ser yekitiya Kurdan nîqaş tên kirin. Ji bo yekitiyê jî pêwîstî bi Kongreya Neteweyî ya Kurd heye. Bi armanca lidarxistina kongreyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebatên girîng meşandin. Bi taybetî jî sala 2013’an Ocalan xwest li Enqere, Amed, Bruksel û Hewlerê konferansên yekitiyê bên li darxistin. Ji bo kongreyê, siyasetvanên Kurd jî zend û bendên xwe badan û xebatên bi nirx kirin. Lê hertim armanca li darxistina kongreyê ji aliyê hin derdoran ve hat astengkirin. Yek ji siyastvanên Kurd ê ku bi salan e di nav siyasetê de ye û ji bo lidarxistina kongreya neteweyî xebatên binirx meşandiye, Ahmet Turk e. Turk der barê xebatên xwe yên ji bo yekitiyê, astengiyên ku derketin pêşiya wan, rewşa heyî û hewcedariya Kongreya Neteweyî ji rojnameya Welat re nirxand.
Li ser yekitiya Kurdan gelek rewşenbîr û nivîskarên Kurd gotin û hêviyên xwe îfade kirin. Di roja îro de gotinên dîrokî yên Ehmedê Xanî li ser yekitiya Kurdan tê çi wateyê?
Belê beriya, sêsed salan Ehmedê Xanî ji bo yekitiya Kurdan tim nihêrînên xwe anîne ziman û nihêrînên wî ji bo yekitiya Kurdan bûne mînak. Lê îro em dibînin ji bo yekitiya Kurdan em di qonaxeke nû de ne. Ji bo Kurdan yekitî pêwîst e. Heta yekitî di nava Kurdan de çênebe, alozî û astengî dê li pêşiya Kurdan be. Vê sedsalê derfetên mezin ji bo Kurdan derxistine holê. Lê rastî jî tehlûkeyên mezin jî li pêşiya Kurdan hene. Lê em dikarin bi aqilekî hevpar, bi siyaseteke hevpar ji bo yekîtiya Kurdan xebatê bikin. Em baş dizanin ku meseleya neteweyî bi bîrdoziyekê tenê çareser nabe. Bîrdozî çiqasî baş be, çiqasî hêja be li ser bîrdoziyekê tu yekitiya Kurdan biparêzî ne mumkin e tifaqek çêbe, yekîtî pêk bê. Ji ber vî hawî, lazim e hemû siyasetvanên Kurd, partiyên Kurdan, hizbên Kurdan berjewendiyên siyasî, berjewendiyên xwe li aliyekî deynin û berjewendiyên gelê Kurd bidin pêşiyê û li ser vê bingehê yekitiyekê ava bikin.
Bangewaziya ji doh heta îro yekîtî ye
Rast e em hemû xwedî bawerî û bîrdozî ne, lê em dizanin îro li çar parçeyên Kurdistanê gelek partî û alî nihêrînên wan ji hev cuda ne. Lê li ser meseleya neteweyî em dikarin ruhekî neteweyî ava bikin. Ew jî şert û zurûfê wê, li ser kîjan meselê em dikarin yekitiyê ava bikin, li ser wê nîqaşek mezin çêbe. Ev daxwaziya hemû Kurdan e. Ji pêşîyên me, ji Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, heta Melayê Batî, hemû rewşenbîr, siyasetvan û dîrokvanên Kurd ji bo yekitiyê tim bangewazî kirine. Ji bo yekitiyê xebat kirine. Ji bo yekitî ava bibe gelê Kurd jî tim daxwaza xwe aniye zimên.
Di sedsala bîstan de hindek be jî nihêrînên tevger û serokên Kurdan ji bo yekitiyê hene, bi ya we ev nihêrîn û hewildanên ji bo yekitiyê çima bêencam man?
Îro du tişt hene; me got, em li gorî baweriya xwe dixwazin kongreyeke neteweyî ava bibe, yekitiyek çêbe. Lê hinek jî li dijî vê bîrdoziyê dema dixebitin, bi rastî jî siyaseteke hevpar dernakeve holê. Îro em li siyasetvanên li Kurdistanê dinihêrin bi fikr û ramanên xwe, bi bîrdoziya xwe gelekî ji hev cuda ne. Lê gerek li ser hin esasan yekitî çêbe. Dema herkes li gorî xwe bixwaze yekitiyekê ava bike, bi rastî jî zehmetiyek dertê pêşiya me. Ya din, şert û zurûfên Rojhilata Navîn in. Em îro dizanin dewleta Tirk, Îran, Sûriye hemû cîranên me naxwazin gelê Kurd bibe xwediyê statuyekê, naxwazin gelê Kurd bigihîje azadiyê û li pêşiya gelê Kurd astengiyê datînin. Nêzî bîst rojan me li Hewlêrê xebat kirin ji bo Kongreya Neteweyî, ji bo yektiya Kurdan ava bibe. Lê me dît gelek pirsgirêk hatin pêşiya me.
Ev pirsgirêk çibûn hûn dikarin hinekî behsa wan bikin, rave bikin?
Li Başûr hinek alozî hebûn. Dixwestin li gorî bîrdozî û berjewendiyên xwe di kongreyê de hinek cih bigirin. Hinekan dixwest kongreya neteweyî di bin bandora wan de be. Hin partiyên siyasî yên bêhêz, bêqewet dixwestin di kongreya neteweyî de bibin xwedî bandor, tesîrekê lê bikin. Kesên di siyasetê de, di nava gel de dengê wî tinebû dixwest bi kongreyê xwe derxe pêş. Ev aliyek e. Aliyekî din jî dewleta Tirk û dewleta Îranê tesîra wan li ser vê kongreyê heye. Nedixwestin kongreyek ava bibe. Dîsa ji bo hevserokatiya kongreyê jî hin nîqaş çêbûn. Bi rastî ew nîqaşana jî li cem min kêmasî bû. Dîsa ji bo delegasyonê jî li ser hejmara delegeyan nîqaş çêdibû. Bi rastî gerek me ev tişt li pey xwe bihiştana û li ser van tiştan nîqaş çênebana.
Di wê pêvajoyê de hûn bi Îmraliyê re jî di têkiliyê de bûn. Ocalan ji bo van astengiyan çi digot?
Hûn baş dizanin Serokê hêja Abdullah Ocalan jî got; ‘ev nîqaş vala ye. Kî dibe hevserok bila bibe û ji bo hejmarê jî ti xêra nîqaşên wiha nîne’. Serok ev tişt anîn zimên. Lê wê demê, ev tişt ji me re bûn alozî, bûn astengî. Ji bo astekê bi dest bixin û bigihînin merhaleyekê. Lê Serok got, ‘ev nîqaş îcab nakin. Ha Barzanî dibe ha hineke din dibin. Armanca me ew e ku kongreya neteweyî bê lidarxistin.’ Serok bi vî awayî fikr û ramanên xwe anîn zimên.
Bi salan di navbera Kurdan de şerê birakujiyê çêbû. Bi ya we bandora wê li ser yekitiya Kurdan çi ye û birakujî bi tevahî ji rojeva Kurdan derketiye gelo?
Rastî tînin ziman, dibêjin em naxwazin birakujî çêbe. Bi taybetî PDK vê tîne zimên. Lê ji bo yekitî û ji bo birakujî çênebe jî xebateke ber bi çav nayê meşandin. Heke em naxwazin birakujî çêbe, gerek em fikrên partiyên siyasî, fikrên hizbên din, fikrên saziyên civakî li ber çav bigirin. Em rûmetê bidin wan. Ji bo paşeroja gelê Kurd em gelek tiştan bi wan re par ve bikin. Gelê Kurd îro dixwaze di nava hemû partiyên siyasî û siyasetvanên Kurdan de diyalogek pêk were. Ji bo vê diyalogê lazim e em astengiyan ji holê rakin. Îro tişta gel ji me dixwaze ev e. Siyaset jî ji me re vê dibêje. Dîplomasiya îro jî li ser vî awayî ava dibe. Bi rastî îro di nav gel de tifaqek çêbûye. Gel îro ji bo paşeroja xwe xebateke gelekî zêrîn û hêja dimeşîne.
Birakujî ne tenê hevkuştin e
Carinan siyaset zirarê digihîne vê yekîtiya Kurdan bi rastî jî, gelekî mejiyê gelê Kurd tevlî hev dike. Îro li Rojava gel ji bo paşeroja xwe xebateke gelekî hêja dimeşîne, bi cangorî û bi fedakariyeke mezin vê dike. Lê em dibînin hinek hizbên din naxwazin ev fedakarî û tifaqa derketiye pêş, bibînin. Li hemberî wê tim rexneyan tînin zimên. Ev tişt jî bi rastî weke birakujiyê ye. Birakujî ne tenê hevkuştin e. Heke li hemberî projeyên ji bo yekitî, paşerojeka azad derkevin ew kêmasiyeke gelekî mezin e. Em nabêjin birakujî jî lê kêmasiyeke mezin e. Ev jî bandorê li ser hêz, bawerî û kelecana Kurdan dike.
Şerê navxweyî yê li Iraq û Sûriyeyê derfetên çawa ji bo yekitiya Kurdan derdixe holê?
Îro hemû Kurd ji bo ev şerê li Rojhilata Navîn, ji bo jiyana xwe ya azad bi her awayî di nav de ye. Îro ev berxwedan li Rojava tê meşandin ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. Bi rastî jî bi dil û can pê ve girêdayiye. Ev êrîşên dewleta Tirk li dijî Efrîn û Rojava ku naxwaze bigihîje statuya xwe, ez bawer dikim gelê Kurd hemû pê diêşe. Lê rastî jî hinek hene ku ruhiyeta xwe, şerefa xwe, heysiyeta xwe firotine. Lê ev berxwedana Rojava ji Kurdan re, ji bo paşerojê, ji bo yekîtiya Kurdan gelek tişt ava kirine. Yanî bingeha yekîtiyê amade kiriye. Bingeha azadiyê ava kiriye. Baweriya Kurdan pê çêbûye. Em dikarin bi vê berxwedanê bigihîjin armanca xwe.
Di serê sala 2013’ an de pêvajoyek ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin. Di vê pêvajoyê de xebatên yekîtiyê jî zêde bûn, ev pêvajoyê ji bo yekîtiyê bû xwedî tesîreke çawa?
Ji bo yekîtiyê birêz Ocalan jî hertim bangewazî dikir. Ev gavên ku ji bo kongreya neteweyî hatin avêtin, ked û emeka wî tê de pir e. Dema em çûn Îmraliyê, me hevdîtin kir, birêz Ocalan digot; ‘her tişt demeke wê heye. Îro dema yekîtiyê ye, îro dema diyalogê ye, îro dem ew de e ku pirsgirêk çareser bibe, demeke nû dest pê dike.’ Wî digot, ‘bi wan partiyên Başûr re jî bi birêz Talabanî, bi birêz Barzanî re ji bo yekîtiyê hevdîtinan bikin.’ Ev tişt wî digotin.
Wê demê li Hewlêrê jî civîn pêk hatin, lê piştre bi encam nebû, çima?
Wekî min anî ziman, wê demê gelek xebat jî hatin kirin, komisyon hatin avakirin, heta dîroka kongreyê jî hat diyarkirin, lê di dawiyê de di nava siyasetê de tiştên cudatir derketin holê û roj bi roj nîqaşên ku astengiyên derxin, derketin pêş. Lê me dizanîbû bandora hêzên derve jî li ser vê yekê heye. Her wiha berjewendiyên partiyên siyasî jî astengî derxistin.
Ew pêvajo çima xitimî kîjan partiyan astengî derxist?
Bi rastî em naxwazin di vê demê de kesî sûcdar bikin, bi nav bikin, ji bo paşerojê jî îro hêviya me heye rojekê kongreya neteweyî pêk were. Ji ber wê jî li ser tiştinan hesasiyeteke me heye. Em dizanin sedem çi ne, lê ez naxwazim di vê demê de van bînim zimên. Îro rastî ji pêwîst e xebateke nû ji bo kongreyeke neteweyî ava bibe. Di dema vê xebatê de em hev du rexne bikin em ê zirarê bidin paşeroja xwe û kongreyê. Ji ber vê ez naxwazin van nîqaşana bimeşînim. Lê wekî me got berjewendiyê partî û şexsî wê zirarê bide yekitiyê. Di wê demê de jî me ev dît. Ka em ê çibibin, wê hêza me çibe, wê rola me çi be, van nîqaşana me dît.
Ji bo gelê kurd aktorekî gelekî mezin e
Ji bo yekîtiya gelê Kurd û azadiya Kurdistanê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîneke mezin meşand. Hêzên ev têkoşîna Ocalan dîtin bi komployekê ew dîl girtin. Ev yek di nava Kurdan de rewşeke çawa derxist holê û çima îro Ocalan tê tecrîdkirin?
Îro şert û zurûfê Kurdan, têkoşîna Kurdan gihiştiye qonaxeke nû. Yê bingeha vê rojê jî amade kirî birêz Abdullah Ocalan e. Bi xebat û siyaseta xwe aktorekî gelekî mezin û hêja ye. Hemû Kurdên bawermend û xwedî şeref bi wê komployê gelekî êşiya. Lê îro jî her kes nîqaşa ku birêz Ocalan çi difikire dike û meraq dike. Îro, rêzdar Ocalan di demeke gelekî zehmet re derbas dibe, dengê wî nagihîje gelê Kurd, hevdîtin çênabin, di tecrîdeke giran de ye lê dema nîqaş derbas dibin, gelek kes dibêjin, gelo li ser van bûyeran wê Ocalan çi bigota. Wê meraqê dikin. Yanî ez dixwazim vê bêjim ji bo gelê Kurd aktorekî gelekî mezin e, gelekî hêja ye û gelê Kurd hemû dixwaze fikr û ramanê wî bibihîze. Lê ji ber vê yekê dewleta Tirk hevtîtinê bi Ocalan re qedexe kir.
Carinan dîrok fersendan derdixe pêşiya gelan
Şojeşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava bandoreke çawa li ser yekîtiya Kurdan kir?
Bi rastî jî em dizanin berê jî xebatên welatparêzî hatibûn meşandin. Salên 1925’an û 1937’an gelek ronakbîr ji mecbûrî derbasî Sûriyeyê bûn. Ew fikra azadiyê di wê demê de hatibû avakirin. Lê gel birêxistinkirin di 1980´yî de, dema birêz Ocalan û hevalên xwe ketin wê derê, tevgereke birêxistinkirî bi roleke mezin rabû. Dîsa şert û şirût jî hin tiştan dide avakirin. Heke li Başûr dîktatoriya Sedam nebûya û Emerîka mudaxale nekirana dê Başûr ne di vê rewşê de bûna. Li Rojava jî rewşek wiha derket holê. Ew jî ji bo yekîtiya Kurdan firsendek derxist holê. Carinan dîrok fersendan derdixe pêşiya gelan. Lê îro ev fersend divê em bi dilekî hevpar, bi fikr û ramanên hevpar bimeşînin û ji bo azadiya gelê Kurd baş bixebitînin. Îro em di merhaleyeke wiha de ne.