Endamê Desteya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Omer Sarûxan got, pêvajoya niha gelê Kurd tê re derbas dibe, pêvajoyeke dîrokî ye û wiha axivî: ″Ji bo ku em desketiyên şoreşê biparêzin û gavên hê mezintir biavêjin, pêwîstî bi yekitiyê heye.″
Omer Sarûxan diyar kir ku pêwîst e gelê Kurd li hember lîstikên dijmin hişyar be û wiha pê de çû: ″Divê gelê Rojava-Bakûrê Sûriyê bi hemû neteweyên xwe ve, parastina axa xwe bike, ev yek jî bi yekîtiya hemû gelên herêmê pêk tê.″
Endama Desteyê Nûra Zekî derbarê zehmetiyên gelê Kurd di şoreşê de bi wa re rûbirû de got, ″Gelê Kurd di şoreşa Rojava de, gelek zehmetî dîtin, welatê xwe parast û rojane şehîdên xwe bi oxir kirin. Li beramberî vê yekê divê em bi ruhekî seferber tev bigerin, yekîtiya xwe xurt bikin û welatê xwe rizgar bikin.″
QAMIŞLO