Xelkê gundên Heftenînê dibêje, “Heta gelê me nebe yek, ew ê her tim  êrişan bibin ser me. Li Heftenînê êrişê sîvîlan dikin, ajalên me dikujin. Divê dewleta Tirk ji ser axa me derbikeve.”

 “Zilma Sedam çawa ku li ser Kurdan rabû, em ê vê zilma Tirkan jî tine bikin. PKK’ê dikin hincet û êrişê sivîlan dikin. Daxwaza me ji koçerbûyiyan ew e ku careke din vegerin ser cîh û warê xwe.”

“Em ji ber vê dagirkeriyê nerazî ne. Hemû hêzên cîhanê dibin yek û li hember gelê me êriş dikin. Em hêvîdar in Kurd hemû bibin yek, hêza xwe mezin bikin û li hember vê zordariyê berxwe bidin.”

Xelkê herêma Heftenînê got, heke ew bibin yek û serî rakin, ew ê zordarî û êrişên dewleta Tirk bişikînin û têk bibin.

Ji 23’ê Tebaxa 2019’an ve li ser herêma Heftenînê êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk dewam dikin. Xelkê gundên Heftenînê, li ser êrişên li dijî herêmê nêrînên xwe anîn ziman. Xelk dibêje; ‘Em ê li hemberî van êrişan jî ti carî serî netewînin.’

Zeyneb a ji gundekî Heftenînê dibêje; “Ji ber êrişên heyî em nikarin jiyana xwe asayî bidomînin. Nikarin biçin nava zevî û darên xwe. Ji ber şerê heyî gelek niştecihên herêmê dev ji warên xwe berdan. Em êdî naxwazin dewletên zordar êrişê me bikin. Em dixwazin jiyaneke me ya aram hebe. Heke ev şer xilas bibe, xelk wê vegere warên xwe. Zilma Sedam çawa ku li ser Kurdan rabû, em ê vê zilma Tirkan jî tine bikin. PKK’ê dikin hincet û êrişê sivîlan dikin, lê ev ne rast e. Em Kurd hemû birayên hev in, ji ber vê daxwaza me ji koçerbûyiyan ew e ku careke din vegerin ser cîh û warê xwe.”

Zarok, jinan dikujin

Dayîkek din ya bi navê Xeyal Sadik dibêje; “Ji ber êrişên balafiran zarokên me nikarin biçin şivaniyê jî bikin. Êrişê gundan dikin, kesên sivîl, jin û zarokan dikujin. Dema ku êriş dikin Kurdan hemûyan ji xwe re dikin armanc. Em naxwazin dewleta Tirk xaka me dagir bike. Xwezaya Kurdistanê di encama van êrişan de tê guhertin. Bi vî temenê xwe yê mezin ez nikarim biçim nava zêviyên xwe. Divê Tirk dawî li vê zilma xwe bînin. Derdora gundê me jî bombarduman dikin, li vir sîvîlan dikin armanc. Dewleta Tirk tenê dijminahiya Kurdan dike. Em vê yekê ti carî qebûl nakin.”

Xelkê koçber dikin

Kalekî bi navê Hecî ji bo dagirkeriya li herêma Heftenînê dibêje; “Êrişê gund û warên me dikin û nahêlin em di nava aramiyê de bijîn. Ji ber balafirên Tirkiyê em nikarin di nava gundê xwe de jî xwe tevbidin. Balafirên şer li Sîdeka êriş birin ser sîvîlan û di malbatekê de gelek kes şehîd bûn û zirareke mezin dan xwezayê. Çend caran balafir derdora gund bombardiman kir û dibêjin ji ber PKK’ê em êrîş dikin lê ev ne rast e, ew dijminê Kurdan hemûyan e. Heke ne wiha be çima gelê vê derê bi zorî didin koçber kirin. Gundên derdor hemû ji ber vê êrişê neçar man û dev ji gundên xwe berdan. Em ji ber vê dagirkeriyê nerazî ne. Hemû hêzên cîhanê dibin yek û li hember gelê me êriş dikin. Li Rojava, Bakûr, Başûr û li her derî ku Kurd hebin bi êrîşên hovane re rû bi rû dimînin. Em hêvîdar in Kurd hemû bibin yek, hêza xwe mezin bikin û li hember vê zordariyê berxwe bidin.”

Êrişên neheq in

Yek ji niştecîhên herêmê Çawiş Heyder jî dibêje; “Ev êrîşên neheq in. Zilm û zordariyeke mezin li ser gelê me heye. Lê kesek li hemberî vê zordariyê dengê xwe nake. Ev zilm ne roja îro ji geliyê Zîlan heta roja îro dewam dike. Dewleta Tirk di her çaxê dîrokê de hebûna gelê Kurd qebûl nekiriye û xwîna Kurdan rijandiye. Ev zilma dewleta Tirk ji ya Sedam jî bihuriye. Heta vê rojê bi milyonan mirovên Kurd bi destê Dewleta Tirk hatine kuştin. Heta gelê me nebe yek, em ê her tim bi êrişên wiha hovane re rû bi rû bimînin ji ber vê di serî de em ê hevkariya bi dijminê xwe re nekin. Li Heftenînê êrişê sîvîlan dikin, ajalên me dikujin. Dewleta Tirk tenê ji ber dijminahiya Kurdan ewqasî êriş dike. Em jiyaneke azad dixwazin. Divê dewleta Tirk ji ser axa me derbikeve.”