Çavdêrên siyasî yên Kerkûkê dibêjin, piştî ku Rojavayê Kurdistanê jî azad bû, Başûr û Rojava dikarin ji bo yekîtiya Kurdan pêngavên girîng biavêjin. Çavdêr diyar dikin ku heger Başûr û Rojavayê Kurdistanê zemînê yekîtiyê ava bikin, wê bandorê li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî bikin.

Gelê Kurd banga yekîtiyê li hemû hizbên Kurdistanê dike da ku destketiyên heyî biparêzin. Çavdêrên siyasî yên li Kerkûkê jî li ser mijarê fikra xwe îafade kir.

Çavdêrê siyasî Yûsif Şêxbizênî got, di warê coxrafî û siyasî de xaka Kurdistanê yek beş e, lê hatiye parçekirin. Yûsif Şexbizênî wiha dewa kir; “Li gorî min, her beşek bê hevsengî û û yekîtiya siyasî, nikare tiştekî bike. Dema ku li Başûrê Kurdistanê tu bixwazî danûstandineke siyasî bi Iraqê re bikî û Iraq jî bersivê bide, wê bandorê li parçeyên din jî bike. Dema ev pêk hat, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî wê weke muxateb bên dîtin. Me di bûyerên dema dagirkirina Efrînê û berxwedana şervanan de dît. Di wê demê de hevsengiyek di navbera Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de pêk hat.”

Stratejiyeke bi navê Kurdistanê

Yûsif di dewamê de balkêşa se giringiya kongreya netewî jî û got; “Kongreya Kurdistanê canê neteweyî yê Kurdan e. Ji ber ku pirsgirêka me Kurdistan e, Kurdistan niştiman, zimanê xakê ye. Yanî em li ku bin, em Kurd in. Em stratejiyekê ava bikin û navê wê bikin Kurdistan.”

Çavdêrê siyasî Hêmin Hesîb jî li ser pêkanîna kongreya neteweyî axivî û got; “Niha pêngaveke baş di ber destê Kurdan e. Di salên dawî de Rojavayê Kurdistanê jî azad bûye û niha jî herêm hemû ji bin destê DAIŞ´ê hatiye paqij kirin.

Bi tenê bi yekîtiya neteweyî

Niha du herêmên Kurdistanê azadin û cîranê hev in. Divê ji bo yekîtiya Başûr û Rojavayê Kurdistanê gav werin avêtin. Ev jî tenê bi yekîtiya neteweyî dikare bê avakirin. Ji bo ku di nava her çar parçeyên Kurdistanê de yekîtiya neteweyî çêbe, pêwîst e ku destpêkê Başûr û Rojavayê Kurdistanê yekîtiya xwe ava bikin.”

Hêmin di dawiya axaftina xwe de got, niha bingehê coxrafî û serbixweyî ya hikumraniya siyasî bi bandor e: “Li gorî min niha em dikarin vê yekîtiyê ava bikin û ev ê bibe projeyeke mezin a neteweyî.”

 

 ROJNEWS / KERKÛK