Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereba Ehmed Ebû Gayt ji bo televizyona Misrê axivî û dazanîn ku siyaseta dewleta Tirk wiha kir DAIŞ mezin bibe.  Ebû Gayt diyar kir ku dewleta Tirk rêda bi hezaran ciwanên radîkal derbasî Sûriyê bibe û bi vê DAIŞ mezin kir. Gayt di axaftina xwe de derbarê firehbûna bandoriya Îranê li nava Erebande jî nerazîbûnê xwe da diyar kirin. Hêjayî gotine ye ku Ehmed Ebû Gayt di serdema Husnî Mubarek de wezîrê kare derve yê Misrê bû.


 QAHIRE