Şerê cîhanê li dijî terora DAIŞ´ê her ku diçe berfirehtir dibe. Bi demê re mirovahî vê rêxistina terorîst baş nas dike û bi şêweyekî cidî dixwaze li himber bisekine. Niha xetereya DAIŞ´ê ne tenê herêmekê an jî gelekî tehdîd dike, lê tevahiya cîhan û şarestaniyê hedef digre. Welatek nîne ku bi hezaran, an jî bi sedan ji hemwelatiyên wê tevlî refên DAIŞ´ê nebûne. Îdolojiya „dewleta xilafetê“ bi hezaran ciwanên bêkar û bêhêvî ber bi xwe ve dikşîne. Kesên di jiyana xwe de binkeftî hewl didin di nava vê „dewletê“ de qîmetekê ji xwe re çêbikin û bi zora çekan xwe ferz bikin. DAIŞ bûye pirsgirêkek global û li zanîngeh û navendên zanistî tê lêkolînkirin.
Gelê kurd wek hedefa yekemîn a rêxistina DAIŞ´ê hatiye nîşandan. Bi dirêjahiya 1200 km eniya Kurdistanê bi çeteyan re heye. Hêzên netewa kurd li dijî DAIŞê di nava şerekî giran de ne. Neyarên hebûna kurdan, di serî de dewleta tirk, alîkariya DAIŞê dikin û bi riya bikaranîna wê hewl didin rê li ber azadiya Kurd û Kurdistanê bigrin. Ew dizanin ku eger kurd li dijî DAIŞê bi alîkariyek navnetewî bi ser bikevin, dê nema bindestiyê li ser xwe qebûl bikin û wê azadî û serxwebûna xwe ragihînin.
Divê li himberî DAIŞê hêzên kurdistanî yên eskerî bibin yek. Divê serkêşiyek hevbeş peyda bibe û stratejî, taktîk û pîlanên şer bi şêweyekî lihevkirî û erêkirî derkevin. Çawa niha DAIŞ bi yek serkêşiyek eskerî li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê tevdigere, divê weha hêzên eskerî yên netewa kurd jî li jêr yek serkêşiyekê tevbigerin. Di vî warî de daxuyaniyên Murad Karayilan Serokê Navenda Parastina Gel a KCK gelekî girîng in. Karayilan diyar kir ku ew wek KCK amede ne serkêşiyek hevbeş bi hêzên eskerî yên kurd re ava bikin û bi yek biryar û livê li dijî DAIŞê li hemû eniyên şer li Rojava û Başûr tevbigerin. Ev banga yekîtiya eskerî divê di zûtirîn dem de bi cih were anîn. Eger hêzên kurdistanî karibin yek artêşê an jî bi kêmanî serkêşiyek eskerî ava bikin, dê di warê şerê rojane li dijî DAIŞê de zêde bi ser bikevin. Dê nuqteyên hêz an qelisbûna DAIŞê û li kîjan eniyê dikare zû têk here, baş nas bikin û li gorî wê yekê tevbigerin. Her weha dê kurd ji aliyê Hevpeymana Navnetewî ya li dijî DAIŞê cidî werin girtin û wek hêzek hevpar li ser asta navnetewî li dijî terora DAIŞê werin naskirin.  Piştî çûna hêzên HPG û YPG bo xaka Başûr û parastina Şingal, Mexmûr, Xaneqîn û Kerkûkê, hewayek xweş ya yekîtiya kurdan peyda bû. Di warê siyasî de jî pêşketin çêbûn. Kurd bi hev re ketin kozika şer û destê xwe dan hev. Divê ev rastî dewrî yekîtiyek eskerî û siyasî bibe. Nabe ji ber hesabên bi çûk yên bi dewleta tirek re, pêşî li vê hêviyê were girtin.
DAIŞ bi alîkariya dewleta tirk bi hemû hêza xwe dixwaze Kobanê bigre dest. Niha ji aliyê sînor yê Tirkiyê ve êrîş dike. Çekên giran û şervanên nû her roj zêde dibin. Dewleta tirk ji bo DAIŞê korîdorek ezmanî û yek li erdê vekirî ye. Bi hemû şêweyî dixwaze berxwedana Kobanê, pirstîja YPJ û YPG têk bibe. Di rojên li pêşiya me de dibe ku DAIŞ bi alîkariya AKP û li jêr talîmatên wê êrîşê bibe ser kantona Cezîrê. Dibe ku AKPê bazarek nû bi hêzên Başûr re deyne da ku yekîtiya kurdan têk bibe û hêzên eskerî yên Kurdistanê ji ber hev bixe.
Şingal û Kobanê divê di zûterîn dem de bêtin azadkirin. Eger DAIŞ li van her 2 heremên Kurdistanê têk here, dê bi temamî bişkê û dê bê hêvî bibe. Loma divê, wek Karayilan diyar kiriye, di zûtrîn dem de yekîtiya eskerî saz bibe û dest bi azadkirina Şingal û Kobanê were kirin. Jixwe niha hemû cîhan ji siyaseta AKPê bêzar bûye. Raya giştî ya cîhanê ji Erdogan û daxuyaniyên wî yên tewşo mewşo aciz e. Erdogan bûye cihê henek û qerfên çapemeniya cîhanê.  Li rojhilata navîn kurd alternatîf in. Ew tenê li himberî DAIŞê şer dikin û mafên kêmol, kêmmezheb û kêmneteweyan diparêzin. Mafê jinê diparêzin. Loma divê kurd ne wek hêzên ji hev bela, wek neteweyek xwedî xak û maf û yek biryar tev bigere.
Berpirsên li welatên Ewropa û Amerîkayê, ji bo gelên xwe yên ku rêzê li têkoşîna kurdan digrin, razî bikin, dê têkevin riya Kurdistanê. Ji bo pirsgirêkên „cîhadîstên“ xwe çareser bikin, dê bi kurdan re bidin û bistînin. Lê divê yek navnîşana kurdan hebe. Tenê yek navnîşan…