
Di komcivîna dawî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de kesayetê serbixwe û siyasetmedar Rêbwar Reşîd û Nîlûfek Koç mîna hevserok hatin hilbijartin.
Me xwest em bi komcivîna dawî ve girêdayî nerînên Hevserokê KNK'ê Rêbwar Reşîd parve bikin. Di pêvajoya tund a herêma Rojhilata Navîn û Kurdistan tê re derbas dibe de Rêbwar Reşîd rewşa Kurdan, pirsgirêka yekîtiyê û nêzîkbûna KNK'ê ya ji pirsgirêkên heyî re ji me re nirxand. Hevserokê KNK'ê têkildarî pirsgirêkên di mijara rizgarkirina Şengalê de ji ber helwesta PDK'ê derdikevin de jî got, "Parastina Kurdistanê mafê her kesî ye" û wiha nerînên xwe parve kirin: "Ma gelo Êzîdiyan ne keyfxweş bûna ku hemû Kurd, ne tenê gerîla parastina wan bikiriba? Gelo eger em hemû bi hev re bin Tirkiye dikarê şev û roj zarokên Kurdan bombebaran bike? Îran dikarê zarokên 13-14 salî darde bike?" Têkildarî rojevê û pêşketinên li herêmê Hevserokê KNK'ê Rêbwar Reşîd pirsên me bersivandin...
Di serdama nû de KNK wê bi rol û mîsyoneke çawa rabe?
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) timî divê hewl bide ku di çerçoveyeke netewî de bifikirê û kar bike. Ev tê wataye ku hem pilanên me yên demkin hebin û hem demdirêj. Demkin bi wataya ku bersiva me ji bo bûyerên rojane hebin. Mînak şehîdbûna pêşmerge û gerîla, êrişa Tirkiyeyê ya li ser Qendîlê, Bakur, Başûr û Rojava. Êrişên DAIŞ'ê yên li ser Başûr û Rojava. Dardakirina kesên siyasî û demokratxwazan li Îranê. Koçberbûna gelê me bi taybet jî ciwanan ya derveyî welat. Alîkariya ji bo Kobanê û tiştên din ya bi vî rengî. Ya demdirêj jî bi wataya ku divê em çend karên bingehîn pêkbînin. Yek ji van jî ewe ku rêxistin û partiyên siyasî, biçûk an mezin divê nêzî hev bibin û li ser xalên hevpar li hev bikin. Û armancên neteweyî bixin nava karnameya wan a sereke. Dûyem; pêşxistina hişyariya netewî ye. Heya îro li Kurdistanê cerdevan û kesên xwe firotine hene, mirovên me ji bo sed an dû sed dolaran difroşin. Misilmanên me girêdayî Erebistana Saudî, Îran û Tirkiyeyê ne. An jî rayedarên siyasî hêna jî bazirganiyê li ser gelê xwe dikin û xwarinên xerabûyî yên Tirkiyeyê û Îranê didin gel. Xwarin, vexwarin û dermanê bi gel didin bikaranîn. Ji bo wî jî hişyariya netewî gelekî girîng e. Mirovê hişiyar divê xwedî etîk û exlaqeke bilind be û wîjdanê wî hebe.
Dema dibîne ku Tirkan rahmê ne tenê bi mirovê Kurd lê bi heywan, daristan, bax û malên Kurdan jî nakin. Îranê zarokên me yên 12-13 salî darde dike.Mirovên asayî çawa xwe dixe hembêza dagîrkeran?
Karekî din yên stratejîk û demdirêj jî ewe ku em êşên Kurdan bigihêjinin cîhanê, dostên Kurdan zêde bikin. Niha bi saya jinên Rojava û Bakurê Kurdistanê dostên Kurdan zêde dibin, divê em dostên zêdetir jî peyda bikin. Karê me yê demdirêj ewe ku girîngiya aştî bînin ziman, bi hev re jiyanê, laîkbûnê û demokrasiyê li Kurdistanê bipêş bixin. Desthilata serok eşîr û malbatan nîne, ya gel e. Ji ber wê jî divê desthilat timî were parvekirin û herêmî kirin. Divê gel tevlî siyasetê bibe, ji ber ku welat ê me hemûyan e. Dewlemendiyên welat jî yên me hemûyan e. Xaleke din a girîng, pêşxistina wêje, çand û muzîkê ye. Ji ber ku ev wîjdan û exlaqê mirov in. Mirov berhemê hîn bûnê ye. Binêre gerîla û pêşmerge li çeperan de stranan dibêjin, şano hildiberînin, timî dikenin. Ev mînak ên mirovên bilind in. Ji bo wê şehîdên me ji bo me serbilindî ne, gelê Kurd bêyî gerîla, pêşmerge nikarê serê xwe bilind be. Ev bi xwe kar û berhemên me dibin.
JI bo pêkanîna Kongeraya Neteweyî wê hewldana we hebe an jî çiqas pekan e ev kongre.
Yekêtiya neteweyî pêkhati ye. Şaştiya mezine dema em pirs bikin û bêjîn; "Em çi bikin ji bo pêkanîna yekêtiyê?” Yekêtiya netewî ji mêj ve di nava Kurdan de heye. Piştî damezirandina Komar Tirkiyeyê di 29.10.1923'an de çima M. Kemal hatin û çûnê ji Kurdan qedexe kir? Çima Şahê Îranê piştî dameziranina Îranê ya 01.03.1933'an de hewl da ku rêya hatin û çûyinê li Kurdan bigire ? Di dema Sefewî û Osmanî de çend aşîret û hozên Kurdan li Kurdistanê, di nava welatê Sefewî û Osmanî de hatin guhestin. Kurd timî yek bûye û çûne cem hev. Rojhilat, Bakur û Rojava di dema Enfal û kîmyabaran kirina Kurdan li Başur dilê wan şewitî. Yên din jî ji bo Rojava di dema berxwedana Kobanê de dilên wan şewitî. Hemû Kurd ji bo zarokên li Qendîlê digiriyan. Sedan hezar Kurd li Ewrûpayê, hem jî her çar beşan bi hev re di çalakiyan de bûn. Wê dema yekêtiya gel heye, lê divê baştir werê pêşxistin. Lê li hev nêzîkbûna rêxistin û partiyan siyasî mîna kîsoyan e, ne bilez e, ne weke dil dixwazê, pêş nakeve. Çima? Ji ber ku mixabin rêxistin û partiyên Kurdistanê çi qasî dilsoz û dilgerm bin jî lê ji aliyê aborî ne serbixwe ne û biryar ne di destê wan de ye. Çavê wan li cihên dine, di alî siyasî de jî ne yek dest in. Hin ji wan ji diyalogê ditirsin û ji meydanê demokrasiyê direvin, berê xwe didin polemik û monologan. Ramanê monotoîzmê ku bi wateya baweriya bi xwedê ya tekane, li ser bingeha polemîk û monolog hatiye damezirandin. Ne li ser bingeha diyalog û hevalbendiyê. Ev cureyek ji kevneşopiya "tradisyonalbûnê" ye. Ji ber kevneşopî ne tenê di siyasetê de, lê di muzik, wêje, îdolojî, felsefe, exlaq û pir tiştên din de jî heye. Di kevneşopiyê de jî hin mirov ji nûhbûnê hez nakin, tenê ya xwe qebul dike. Li hemberî mafê jinê ye, mafê zarokan e, pêşketinê û li hemberî laîkbûnê ye.
Niha yekêtiya netewî li pêşiya van cureyên di pirsgirêkê de ye. Hin kes û alî berjewendiyên wan yên taybet li pêşiya berjewendiyên giştî û netewî ne û pîroztir dibînin. Dibe ku bi devkî ne wisa be lê di piratîkê de wisa ye. Ji bo wê jî em di KNK'ê de girîngî didin gotin û piratîkê, ne tenê gotinê. Elbet ez fahm dikim û ne pêwist e ku ti rêxistin û partiyek bêzar bikim û bişênim. Bêguman mesele ne ewe ku wan li ser guhê xwe re bavêjin ji ber ku nêz nabin, lê divê ji wan re bêjin ku berjewendiyê we di yekêtiya netewî de ye. Kurdistan mezine û xakeke firehe, cihê me hemûyan jî heye. Lê em weke KNK'ê bi îsrar û cesurane û bi rik daxwaziya me ya exlaqî û wîjdanî hebe. Divê daxwaziya me ya welatparêzî, pêşketinxwazî û azadîxwazî ji hemû aliyan hebe.
Nakoki û ciyewaziya partiyên Kurdî car car pêşî li hin gengeşeyan vedike. KNK wê di çareserkirina pirsgirêken wisa de wê çawa tevbigere?
Amûreke cezakirênê ya KNK'ê nîne. Timî di çepera welatparêziya wê diyar e. Erkê parleman û hikûmetê diyar e, erka pêşmege û gerîla diyar e, erka rêxistin û partiyan diyar e. Li ser vê bingehê hemû alî divê li gorê erkê xwe tev bigerin. Ne ku berovajî bikin. Mirov divê li cem hev be, ne pişta xwe bide hev. Bi hev re dikarin çareserî bibînin. Bêguman girînge ku em bi hev re xwedî nêrîneke çareserî bin, ne nêrîneke bi pirsgirêk.
Ji bo rizgarkirina herêmên başûr ên dibin dagerkeriya DAIŞ'ê yên Başûr û Rojava de çi divê were kirin?
Divê deriyên Başûr li ser Rojava werê vekirin û hatin û çûyîn azad bibe. Divê pêşmerge û gerîla bi hev re bin û bigehêjin yek û divê gav bi gav di bin sîwanêkî de werin cem hev. Divê rê werê dayîn gel li Başûr û Rojava têkeliyên wan di hemû qadan de hebin û ji hevdû din hîn bibin. Ez wer bawerim ku gel gav bi gav vê tiştê feriz dike, gel bi li hev dûrketinê qebûl nake û qebûl nekiriye.
YBŞ,YPJ Şengal û HPŞ ji bo rizgarkirina Şengalê Fermandariya Hevpar damezirandin. Lê piştî vê yekitiya hêzê PDK banga derketina HGP'ê kir ji Başûr. Beranberî vê rewşê û rewşên mîna wê helwesta we weke sazi çi ye?
Em axa Kurdistanê bi ya Kurdistaniyan dizanin û ji bo wê baweriya me bi Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava nîne, bi mutelqî jî baweriya me bi navçegerî û herêmgerî nîne. Çi kes û aliyek parastina kîjan bajar an deverêkî Kurdistan dike bila bike, mafê wî heye vê karê bike. Ev beşek ji mafê rewa ya xweparastinê ye. Tû kes û alî mafê wî nîne bêjê ev herêm an ev parçe ya mine û nabe kes parastina wî bike, Kurdistan ya Kurdistaniyan e. Ma kî heye bi parastina wî keyfxweş nebe? Ma gelo Êzîdiyan ne keyfxweş bûna ku hemû Kurd, ne tenê gerîla parastina wan bikiriba? Gelo eger em hemû bi hev re bin Tirkiye dikarê şev û roj zarokên Kurdan bombebaran bike? Îran dikarê zarokên 13-14 salî darde bike? Bêguman na. Ji bo wê jî gotina; "Ev ya mine" û "Ev ya te ye" dijberî ramana yekêtiya Kurdistanê ye û naye qebûlkirin. Siyaset bi temenê dirêj û dîrokê nîne, lê bi kar, piratîk û bi destkeftan tê nirxandin. Rastbêjî, dilpakî û xweşbînî diyar in û karê xerab jî diyar e.
Pêwiste partî û saziyên Kurd di vê pêvajoyê de çi bikin?
Bangên me timî ji bo hevaltiyê, hevalbendiyê, nêzîkbûnê, diyalog, hevgirtinê û hevçeperiyê bû ye. Divê baweriya me hebe ku Kurdistan welatê gelên ku lê dijîne, welatê ol û hemû bîr û ramanan e. Divê welatê azadiyê û pêşketinxwaziyê be. Kî bi van pirensîban re nebe wê winda bike.Timî xebat ji bo azadîxwazî wê bi serkeve. Yên pê re bin wê serbilind, sefiraz û bi heybet wê di dîrokê de bimîne.
Rêbwar Reşîd kî ye?
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Rebwar Reşîd li Silêmanî ji dayîk bûye , endamê ti rêxstin û partiyek nîne, bi karê siyasî re mijûl dibe. Li Zanîngeha Stockholmê beşa Zanista Siyasî xwendiye. Pirtûkên bi Îngilîzî û Swêdî wergerandine Kurdî û gotarên li ser mijarên Sosyal-demokrasî , sosyalîzmê, laîkbûn û dagîrkeriyê, bi Kurdî û Îngilîzî nivîsandine. Pirtûkê "Kurdistan-Koloniyeke navnetewî ye" ya Îsamîl Bêşekçî , "Hovan qirbikin" ya Sivend Lindkvest ,"Sereyîdar" ya Harold Pînter, ”Teoriya Fêminîzmê" ya zanîngeha Stockholmê û hin pirtûkên din vergerî Kurdî kirine. Her wiha Ferhengên Swêdî-Kurdî ji 70 hezar peyv nivîsandiye.
NECÎBE QEREDAXÎ / BRUKSEL