1'emîn Konferansa Yekîtiya Kedkerên Demokratîk yên Wargeha Penaberan a Mexmûrê di 6 û 7 nîsanê de pêk hat. Konferans bi perspektifên "Yekîtiya Kedkaran" û "Kesek bê rexistin nemîne û bibin endamê komînê" hate lidarxistin. Konferans bi bêşdariya zêdetirî 300 delegeyan pêk hat. Di konferansê de rêz hate girtin û axaftin hatin kirin.
Enndamê Meclîsa Gel a Demokratîk Cemal Cîzire axaftina vekirinê kir û wiha got: "Em di encama têkoşînek bê hempa de bi keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê bi rê ve birine de gihiştine pevajoyek wiha girîng." Cizîrî li ser girîngiya Rêxistinbûna Konfederal a Demokratîk û Xweseriya Demokratîk rawestiya û wiha berdewam kir: "Gelê me gelekî têkoşer û kedkar e. Bêguman di van salên dawiyê de beşek karker û kedkar jî di nav gelê me de xwe dide xuyakirin. Di Rêxistinbûna Konfederal a Demokratîk de girîng û pêwîst e ku ev beşa karker û kedkar bigihije Rêxistinbûnek Xweser a Demokratîk. Di wargeha me di gelek aliyan de xwerêxistinkirin hene. Lê belê dema ku kedkar di bin banê rêxistinbûnek hevpar de bên gel hev wê hîn baştir jiyan pêş bikeve û ji bo pirsgirêkên heyî çareser bibin wê zîhniyet û pratîka çareseriyan biafirîne."
Reveberê Rêxirawi Kirêkanî Binesaziyî Kurdistan Rahman Resûl jî konferans silav kir. Pişti axaftinê rojeva konferansê hate diyarkirin û li ser pirskirekên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pirsgirêkên kedkarên wargehê bi her awayî hatin niqaşkirin. Karkerên yekemîn ên Tevgere Gelê Kurd ku jiyana xwe ji dest dabûn hatin bi bîranîn. Di konferansê de Kedkaran pirsgirêkên xwe anîn ziman û li ser çareseriyê niqaş kirin. Di encama Konferansa yekem de delegeyên konferansê Rêzikname û bername ya xwe ya kedkaran derxistin. Di heman demê de têkiliyên di navbera kedkaran de wê çawa be, wê çawa hêz bidin hevdu û çawa xwedî li mafên xwe derbikevin rê û rêbazê rêxistina kedkaran bi berfirehî niqaş kirin û bi encam kirin. Di Konferansê de rezikname hat zelal kirin û derhaqê nêzikbûna li hemberî Abdullah Ocalan, rexistinên kedkar, rexistinên jinên kedkar û perwerdê de biryarên girîng hatin girtin.
Di konferansê de ji bo kampanyayê naskirina azadiyê sendikayê Başûre Kurdistan yên ku Rêxirawi Kirekaranî Binasaziyî Kurdistan li darxist îmze kirin.
Delegeyên 1'emîn Konferansa Yekîtiya Kedkarên Demokratîk ên Wargeha Penaberan a şehîd Rustem, Konferansa xwe diyarî çalakvanên ji bo tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin bi dawî bibe kirin. Dîsa diyarî endamên HPG'ê yên di demên dawî de jiyana xwe ji dest dane kirin.

Biryarên konferansê

- Navê rêxistinê Yekîtiya Kedkarên Demokratîk a wargeha Ş. Rüstem Cûdî, navê wî kurt YKDW ye.
- YKDW rêxistinêk qada kedê ye ku li rêgezên Konfederalîzma Demokratîk xwe bi rexistin dike.
- Tevgera kedê û azadiya Rebêr Apo pêşiya hemû tiştî armaç digire. Ji bo vê di nava wargehê da platformên rêxistinî ku çêdibin hemû biryarên di derbarê rêbertîyê da tên girtin pêkanîna wan weke erkeke bingehîn dipejirînin.
- Li dijî binpêkirina mafan û ji bo bidestxistina mafên nû eger pêwîstî pê hebe awayên çalakiyan ên rewa yen wekî destberdana ji kar, rawestandina kar, dagirtina cihê kar, meş, xwe pêşandin pêş dixîne. Li ser vê bingehê bi kedkarên ku di çengên cuda yên karan de dixebitin re piştgirî, hevkarî şîrîkatiya têkoşînê pêş dixîne.
- Di serî de 8'ê Adarê û 1'ê Gulanê li nirxên şîrîk ên kedkarên cihanêxwedî derdikeve, di rojên taybet ên bi vî awayî de xwepêşandanên cur bi cur li dar dixîne û di nav aktîvîteyên tên lidarxistin de cihê xwe digire.

  DÎHA/MEXMÛR