Heyeta Desteya Bilind a Kurdan hevdîtinê xwe yê li Herema Federal a Kurdistanê didomîn e. Hevseroka MGRK'ê Sînem Mihemed û Hevserokê PYD'ê Salih Muslim li Hewlêrê li hola Azadiyê bi gel re hatin cem hev. Civinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de Sînem Mihamed û Salih Muslim li ser rewşa rojavayê Kurdistanê, xebatên Desteya Bilind a Kurd û rewşa siyasî ya Sûriyeyê nirxandin. Hevserokê PYD'ê û Endamê Desteya Bilind a Rojavayê Kurdistanê Salih Muslim diyar kir ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistan yekîtiya xwe avakir û xurt kir û wiha got: "Gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê îro ji her aliyan ve yekîtiya xwe ava kiriye. Bi Desteya Bilind a Rojavayê Kurdistan re jî ev yekîtî bi rêveberiyekê temam kir. Gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê ji sala 2004’an heta niha di nava têkoşînek bêhempa de ye û îro bi stratejiyeke serkeftî karê xwe bi rêve dibe."
Hevseroka MGRK'ê Sînem Mihemed jî li ser rewşa rojavayê Kurdistanê rawestiya û da zanîn gelê Rojava di warê aborî û binesazî û zexîre de gelek zahmetiya dikşîne û wiha got: "Ji ber ewlehiya Heremên Kurdan baş e gelek kes ji Şam û Helebê tên Efrîn, Kobanî û bajarê din. Ev jî bi xwe re pêwistiyên nû tîne. Niha çarnan bi rojan ceryan nîne, gaz pir bi zahmetî tê peyde kirin, zad kême û qûtê xwarinê bi temamî têra vê nifûsa zêde nake. Lê em wek meclîs bi hezar endamên xwe ji bo çareser kirina wan pirsgirêkan xebatê xwe didomînin.” Di civinê gel jî axaftin kirin û nêrîn û pirsên xwe anîn ziman.
HEWLÊR