Derbarê kar û barên Desteya Bilind a Kurdan de hin rexne hene. Mirov dikare van rexneyan wiha li qelemê bide: Rexneyên ji aliyê kesayetî û komên Kurd yên welatparêz ku yekîtiya Kurdên Rojava dixwazin û li dijî mudaxeleya dewleta Tirk û hêzên muxalefeta Ereb ya nijadperest derdikevin. Ev rexne divê ji aliyê berpirsiyarên Desteya bilind a Kurdan baş werin şopandin û ber bi çav gritin. Ya din jî 'rexneyên' ku ji aliyê hin kesên Kurd yên girêdayî hêzên derve û li dijî yekîtiya Kurdan tê bihîstin. Ev kes bi qasî reşkirina Desteya Bilind a Kurdan dikin û şerê vê forma yekîtiyê dikin, rexneyan nakin. Bi ya min divê mirov qet wan cidî negre û wan neke muxatib. Li dijî hin kesên weha yên ku niha li herema başûrê Kurdistanê cihê xwe digrin, divê nameyên gilî û gazinan ji rêveberya Başûr, bi taybetî PDK û birêz Mesûd Berzanî werin şandin. Ji ber ku ev kes di kozika Başûr de dijîn û şerê yekîtiya Kurdên Rojava dikin, ku birêz Berzanî bi xwe yek ji sazûmanên vê yekîtiyê bû. Divê têkilya van kesan ya bi dewleta Tirk re û hêzên muxalefeta Ereb ya nijadperest re were deşîfre kirin.
Ji bo rexneyên welatparêzên Kurd, çi partî û hevrêz û çi jî kesayetî, divê komisyonek cihê baweriyê ji aliyê Desteya Bilind a Kurdan ve were ava kirin. Divê ji bo her rexneyek avaker bersev were dayin.  Her kesê ku xetên sor yên gelê Rojava qebûl bike, yekîtiyê biparêze û destên dewleta Tirk negre û têkiliyên bi komên Ereb yên çekdar û siyasî yên ku neyartiya Kurdan dikin red bike, ew cihê rêz û hurmetê ye û divê li nerînên wî were guhdar kirin.

Ji rexneyan çend nimûne

Li vir dikarim çend nemûneyên rexneyan bînin ziman:
-  Çima Desteya Bilind a Kurdan rê li pêşiya partî û kesayetiyên li derveyî forma xwe digre?
-  Çima YPG heta niha nebûye hêza Rojava ya fermî ku tenê girêdayî Desteya Bilind a Kurdan be?
-  Çima PYD cih nade partî û hêzên din yên welatparêz ku ew jî heremên Rojava biparêzin û xizmetê bikin?
- Ji bo çi YPG rê li ber bûyerên revandina çalakvanên Kurd nagire an jî nikare wan biparêze?
-Kengî wê biryar derbarê ciwanên Rojava yên li Başûr perwerdê dibînin de were dayin, da ku ew jî karibin derbasî Rojava bibin û li gel YPG heremên xwe biparêzin?
- Çima têkikiyên xurt bi Ereb û Suryanî û Ermeniyên Rojava re nayên dayin, da ku ew jî beşdarî avakirina sîstema Xweseriya Demokratîk bibin?
- Ji bo çi PYD dergehên saziyên xwe li pêşiya endamên partiyên din yên Kurd venake?

Bê guman gelek pirsên din yên bi vê awayî hene. Dema mirov li van pirs û pirsiyaran binêre, mirov dibîne ku hemû ji dilekî bi êş tên kirin û mafên wan yê bersevdayinê heye. Ji ber hindê divê Desteya Bilind a Kurdan wek forma yekîtiya Kurdên Rojava û PYD jî wek partiya pêşeng ya gelê Rojava, pêdiviya bersevdayinê bigrin ser milê xwe û van kesan cidî û muxateb bigrin.
Bi ya min hêna gelek kes hene li derveyî Desetya Bilind a Kurdan û divê ew jî cihê xwe di nav saziyên wê de bigrin. Eger ev form bête berfirehkirin û yekîtiya Kurdan hîn hêzdartir bibe, dê tam rê li ber dewleta Tirk û hin dûvikên wê ên di nava Kurdan de bê girtin. Ew kesên bi koranî şerê yekîtiya Kurdan dikin wê bê bingeh bimînin û dê zêdetir werin marjînalkirin.
Jixwe sazkirina têkiliyên birayane bi eşîrên Ereb û Suryanî û Ermeniyên heremên Rojava dê destkeftiyek mezin be û dê kartek din ji destê dewleta Tirk derbixe. Divê Kurdên Rojava hevalên xwe li nava Sûriyeyê zêde bikin û neyarên xwe jî bê bandor bikin. Niha bi hezaran malbatên Ereb li Rojava dijîn û ew ji mêvanperweriya Kurdan pir memnûnin. Gelek ji van malbatan xizmên şervanên 'Artêşa Azad a Sûriyeyê' ne. Ev şervan dema alîkariya Kurdan û mêvanperweriya wan dibhîzin, zêdetir nêzîkî Kurdan dibin û xwestekên wan fehm dikin. Zêdetir dûrî dewleta Tirk, AKP'ê û dek û dolabên wê dikevin.
Beriya demekê malbatek Ereb ya ku xwe li Kurdan girtibû, ji bo spasiya Kurdan û alîakriya wan bike, navê kurê xwe ya nûbûyî kir 'Ocalan' li ser navê Serokê Tevgera Azadiya Kurdistanê Abdulah Ocalan.  Bê guman gelek malbatên Ereb yên weha memnûn hene û ew dê sibê ji bo Kurdan bibin dost û hevalbend û li dijî neyayên gelê Kurd dengê xwe bilind bikin.