RONAHÎ NÛDA /MAZLÛM AMED/DÎHABER/MEXMÛR
Nûnerên wargeha penaberan a Mexmûrê banga beşdarbûna xebatên yekîtiya neteweyî dikin û dibêjin, yekîtiya neteweyî û kongreya neteweyî îro roj ji nan û avê jî pêwîstir in û wiha dipeyivin: “Daxwaz û xeyalên gelê Kurd rojên azad, demokratîk û jiyaneke hevpar in. Divê herkes ji bo vê bixebite.” Hevserokê Rêveberiya Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Mexmûrê Huseyîn Kara diyar kir ku êdî gelê Kurd gihîştiye qonaxa avakirina yekîtiya neteweyî û wiha axivî: “Gelê Kurd di nava xwede yekîtî saz kiriye. Lê, hindek partî, rêxistin û malbatên ku di nava siyasetê de cih digirin, ji bo berjewendiyên xwe pêşiyê li pêkhatina yekîtiya neteweyî digirin. Ev jî civaka Kurd diêşîne.”
Em weke Wargeha Mexmûrê alîgirên pêk hatina kongre û yekîtiya neteweyî ne. Ji bo gelê Kurd pêkanîna yekîtiya neteweyî mijareke heyatî ye.”
Dîrok wê hesab bixwaze
Kara got, “Dijminên Kurdan ne xêrxwaz in û ti sûdeke wan ji bo Kurdan nîne. Heke li Başûrê Kurdistanê hinek partî xwe nêzî vê yekîtiyê nakin, dîrok wê hesab ji wan bixwaze. Nexasim jî PDK nêzî yekîtiyê nabe. Pêwîst e helwesta wan zelal be. Eger Kurd negihijin tifaqekê, divê were zanîn ku berpirsyarê vê yekê ev hêz in û dîrok jî wê hesab ji wan bixwaze.”
‘Şêwra netewî hêviyek da Kurdan’
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê Wargeha Mexmûrê û di heman demê de Endamê KNK’ê Yûsif Kara jî îşaret bi xebatên KNK´ê yên ji bo Kongreya Neteweyî kir û got, “Merheleya yekemîn baş derbas bû. Di hemû Kurdistanê kelecanek çêkir û hêviyek da gelê Kurd. Di şêwra yekemîn de plansazî hatin derxistin û biryara şêwra duyemîn derket. Em vê serdemê weke şerê cîhanê yê 3. bi nav dikin. Ji ber ku tifaqên cuda çêdibin. Şerên mezin li ser vê axê rû didin. Ji bo vê jî divê Kurdistan ji vî şerî re ku li ser xaka wê rû dide, amade be. Ji bo amade be jî divê tifaqa xwe hebe û pêwîstî bi yekîtiya neteweyî heye. Her wisa pêwîstî bi hêzeke eskerî ya hevpar heye.”
Gav bi gav Kongreya Neteweyî
Endama Kordînasyona Meclîsa Îştarê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Leyla Arzû Îlhan jî têkildarî xebatên yekîtiya neteweyî axivî û diyar kir ku di şêwra netewî de hemfikirbûnek di warê sazkirina yekîtiya neteweyî de çêbûye û got, “Gava yekemîn şêwrek bû ku em werin gel hev. Ji bo gava duyemîn jî desteyek hat avakirin ku bi hemû partiyên siyasî re hevdîtinan berdewam bikin û pirsgirêkên pêkhatina yekîtiya neteweyî nîqaş bikin.”
Çêkirina sîstemeke azad
Îlhan di berdewama axaftina xwede îşaret bi girîngiya beşdarbûna jinan li xebatên yekîtiya neteweyî kir û got, di şêwra yekemîn de beşdarbûna jinan lewaz bû û wiha pê de çû: “Ji lewma di vir de hate nîqaşkirin ku divê jin bi awayeke çalak beşdarî xebatên yekîtiya neteweyî bibin û di şêwra duyemîn de jî nûnerên wan zêdetir bibin.
Rêya çareseriyê ya yekane hatina cem hev e. Her çend fikrên me ji hev cûda bin jî, çarenûsa me yek e û ji bo vê jî divê em bên cem hev. Ji bo xweparastinê û garantîkirina jiyana xwe rêya çareseriyê hatina ba hev e. Em bang li hemû kesayet û hemû aliyên siyasî yên Kurd dikin ku bên cem hev. Em bi hatina gel hev re dikarin dewlemendiyek çêbikin û vê dewlemendiyê jî veguherînin sîstemeke azad, demokratîk û hevpar.”