Yekîtî sirûd û strana li ser zar û zimanan e. Her kom, netewe û beşa civakê dixwaze yekgirtina xwe pêk bîne û li ser wê bingehê bibe tiştek. Lê mixabin her pêkhate, di encamê de ji komek mirov pêk tê û ev mirov giş ji hev cuda ne; her yek xwedan reng û dengekî ye. Her wiha pirî caran her kes û kom xwediyê berjewendiyên cuda ye. Lewre jî yekîtî divê li ser xîmekî qewîn were avakirin û rêzik û pîvanên yekgirtinê baş bêne destnîşankirin. Berî her tiştî jî divê dozeke ku hemû beşên pêkhateyê bi awayekî xurt bi êk û du ve girê dide hebe.
Em Kurd jî ev nêzî dused salî ye bi evîn û hesreta  yekgirtineke tam û tekûz dinalin, her cara ku di vî warî de gavek tê avêtin, em kêfxweş û dilşad dibin, lê di encamê de ew yekîtî dipelişe û em jî hêvîşikestî dibin. Binêrin ev bû serê çend salan ku qala yekîtiya neteweyî û konferansa neteweyî tê kirin, çavên me li riyan qerimîn, her wekî Ahmed Arif gotî, “Me ji hesretê qeyd û lele rizandin” lê ew konferans pêk nehat. Herî dawî diviya di pûşperê de pêk bihata, lê tîrmeh û gelawêj jî derbas bûn, tiştek li holê nîn e. 
Ji nişka ve rewşa li Rojava derket holê. Kes zêde ne li bendê bû. Belkî gelek kes li bendê bûn pêşî Îran ji hev bipelişe. Lê “bihara Ereban” niha bûye ba û bablîsok li ser serê Beşa Esad digere.  Kurdên Rojava bi hişmendiyeke baqilane wisa bi sergermî tevnegeriyan û wekî perperokan xwe neavêtin nav agirê Ereban, îcar Kurdan nexwest bibin şûrê destê kesî, îcar ew xwest bi xwe ji bo xwe bibin tiştek.  Lê ew nelihevî û pirbendî di navbera Kurdan de li wir jî bû asteng li ber pêşketinan. Heke Kurd bi hişyarî tevnegerin, dibe ku ew nelihevî û hevnegirtin bibe toqeke ji agir bikeve stûyê wan.
Piştî heyamekê, li pey danûstandinên dûvedirêj û gelek navbeynkariyan di nav Kurdên Rojava de yekgirtinek pêk hat. Lê hêzên dagirker ji vê yekê gelekî zivêr bûn, ketin nav keftûleftan.  Herî dawîn Ahmet Davutoglu çû Hewlêrê tiliya xwe ya nebixêr xist nav meseleyê û terqeke berbiçav li vê hevgirtinê xist.
Vê hevgirtinê çima wisa zû şikestek xwar? Ji ber ku bingeha wê zêde ne qewîn bû. Ji mecbûriyetê hatibû avakirin.  Di şerê li Sûriyeyê de du bere hene, yek bereya statûkoparêzan a  din hevgirtina hêzên gerdûnî û emperyal e. Li aliyekî Esad, Îran, Rûsya û Çîn hene, li aliyê din Ixwanê Muslimîn, Selefî, AKP, DYA û Ewropa hene.  Tiştê balkêş niha Îsraîl û Selefî di heman bereyê de ne. 
Şerê li Sûriyeyê pir zêde ne şerê azadî û wekheviyê ye; şerê desthilatî ye.  Niha Kurd xwe bidin kîjan alî dê di encamê de li ber lingan biçin. Ji ber vê yekê divê Kurd bi xwe bibin hêz, nekevin nava her du bereyan jî, heke pêkan be, bi hêzên azadîxwaz ên Ereb re bereyeke sêyem pêk bînin. Heke ne pêkan be jî yekgirtina xwe xurt bikin û  heta ji wan tê, nehêlin ku gelê Kurd bipelişe û di encama vî şerî de qir bibe û tiştekî jî bi dest nexe. Niha hinek partî û rêxistinên li Rojava vê rastiyê nabînin, dixwazin xwe zûzûka bi bereya Amerîkayê ve girê bidin.  Tiştê ku rewşê dijwartir dike, pozîsyona hikumeta Başûr e. Li Iraqê jî dubendî heye, li milekî Kurd û sunî, li dijî wê Erebên şîa ên hevalbendên Îranê. Ji ber vê yekê bi awayekî suriştî PDK jî Kurdan ber bi bereya Amerîkayê dehf dide.  Helwest û pozîsyona hikumeta Başûr bi temamî cuda ye, ew ji mêj dixwaze Kurdên Rojava li derveyî vî şerê desthilatiyê bigire û heke pêkan be bereyeke demokratîk pêk bîne.  Ji ber vê yekê bi nokeriya Esad tê tawanbarkirin û li dijî wê polîtîkaya reşkirinê tê meşandin. Rastiyeke din jî heye, piraniya partiyên li derveyî PYD’ê di nav gel de zêde ne birêxistinkirî ne, kadroyên wan li derveyî Sûriyeyê ne, heke Kurd têk biçin jî tiştek bi wan nayê. Lê rewşa PYD’ê cuda ye.
Ji ber vê rewşê her wekî yekîtiya neteweyî ya Kurdan, yekîtiya Kurdên li Rojava jî pir ne hêsan e, lewre jî hişyarî û kedeke zêde dixwaze, lê di encamê de mercên heyî yekîtiyê li ser Kurdan ferz dike. Heke Kurd dixwazin bi ser bikevin divê hem li her parçeyî, hem jî li teveka Kurdistanê yekîtiya xwe pêk bînin. Ev jî dê nîşan bide ka ew çendî doz û berjewendiyên neteweyî di ser berjewendiyên şexsî û komikî re digirin û dikarin dek û dolabên neyaran bi avê de bibin.